MKGP: Di 3 mehan de 10 rojnameger hatin binçavkirin 2023-10-12 14:24:07     AMED - MKGP'ê di rapora xwe ya 3 mehan a binpêkirina mafên jinên rojnameger de anî ziman di 3 mehan de 10 rojnameger hatin binçavkirin û got îşkence li 5 rojnamegeran hat kirin.    Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP), rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha tîrmeh, tebax û îlonê eşkere kir. MKGP'ê di rapora xwe ya 3 mehan a binpêkirina mafên jinên rojnameger de bal kişand ser zextên bi aqilê mêr dewletê, dorpêçkirina darazê û got:"Di 3 mehan de 10 rojnameger hatin binçavkirin û îşkence li 5 rojnamegeran hat kirin. "   Di dewamiya raporê de wiha hat gotin:   "Li Kurdistan û Tirkiyeyê me sê mehên din ên ku binpêkirina mafên rojnamegerên jin bi awayekî zêde derket pêşberî me, derbas kir. Di van sê mehan de jî zext, binçavkirin û girtinan dewam kirin. Astengiyên li hemberî rojnamegeran dewam kir, çêkirina mafê nûçeyê yên rojnamegeran li qadan bi her hawî tê astengkirin. Di vê pêvajoyê de bi tundiya mêr-dewletê êrişên mezin li rojnamegeran tên kirin, lê belê tevî vana hemûyan jî jinên rojnameger peywira xwe kirin, ked dan. Aqilê mêr dewletê di nava hewldaneke mezin de bû ku rastî negihêje gel. Destdirêjiya darazê jî bi vê re dewam kir. Ne tenê li derve li hundur (girtîgeh) jî li dijî rojnamegeran zext hebûn û binpêkirina mafên jinên rojnameger hebûn. Di 3 mehan de 10 rojnameger hatin binçavkirin, îşkence li 5 rojnamegeran hat kirin. Dîsa di sê mehên me li dû xwe hiştin de rojnameger di bin dorpêça darazê de hatin hiştin.    Rapora 3 mehan a binpêkirina mafan û dorpêçkirina darazê wiha ye:   Meha Tîrmehê   *4'ê Tîrmeha 2023'yan: Rûniştina 4'emîn a Rojnameger Zeynep Kuray di 4'ê Tîrmeha 2023'yan de li 39'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Rûniştin taloqî 25'ê Çilaya 2024'an hat kirin.   *5’Tîrmehê: Di çarçoveya lêpirsîna li Enqereyê dihat meşandin de tevî rojnameger Habibe Eren, Oznur Deger, Diren Yurtsever, Bêrivan Altan, Ceylan Şahinli,  Zemo Aggoz bi tevahî 10 rojnameger tên darizandin. Duyemîn rûniştina dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Şandeya Dadgehê rûniştin taloqî 26’ê Cotmehê kir.    *5’Tîrmehê: Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da destpêkirin de di meha nîsanê de Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu hat binçavkirin û di 3’yê Gulanê de bi îddiaya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin. Parêzerê Dîcleyê serî li AYM’ê da.    * 7’ê Tîrmehê: Rojnameger Hazal Ocak, Olcay Buyuktaş û Îpek Bozbey jî di nav de 4 rojnameger bi îddiaya “hedefgirtina kesên di têkoşîna terorê de cihên xwe digirin”,”binpêkirina mafê jiyana taybet” hatin darizandin. 9’emîn rûniştina dozê li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Şandeya dadgehê biryara beratê da.    *10’ê Tîrmehê: Ji ber îfadeyên şahidê vekirî Umit Akbiyik Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 21 bajarî bi ser malên gelek rojnameger, hunermend, siyasetmedar, parêzeran de girtin. Gelek jê hatin girtin. Ji bo rojnameger Beritan Canozer, Abdurrahman Gok û Mehmet Şah Oruç serî li Dadgeha Destûrî hat dayin.    *10’ê Tîrmehê: Nûçegîhana JINNEWS’ê Oznur Deger jî di nav de li 23 aktivîstan ji ber ku tevlî çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin” bûbûn hatibûn binçavkirin. Rûniştina duyem a dozê li 18’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 11’ê Kanûnê kir.    *11'ê Tîrmeha 2023'yan: Di 12'ê Hezîrana 2022'yan de nûçegîhana JINNEWS'ê Rozerin Gultekin ji ber çalakiya "Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo em azadiyê biparêzin em ber bi Gemlîkê ve dimeşin" şopand, hat  sûcdarkirin û doz lê hat vekirin. 2'yemîn rûniştina dozê li 18'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Bursayê hat dîtin. Rûniştin taloqî 18'ê Çileya 2024'an hat kirin.   *11’ê Tîrmehê: Bi hinceta çalakiya Peymana Stenbolê ya di 7’ê Tîrmeha 2020’î de rojnameger Şehriban Alkiş jî di nav de derbarê 7 jinan de doz hatibû vekirin. Rûniştina 8’emîn li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Dadgehê derbarê jinên dihatin darizandin de biryara beratê da.    *12'ê Tîrmeha 2023'yan: Li Camiya Navenda Ortaca ya li navçeya Ortacaya Muglayê ji bo polîsê mirî hatibû dîtin di 12'ê Tîrmehê de nimêja cenaze hatibû kirin. Wê demê êriş li ekîba Ajansa Nûçeyan a  Demirorenê (DHA) û xwediya Îmtiyazê yê Rojnameya Nûçeyan a Batiyê Ayşe Sonmez hat kirin.   *12’ê Tîrmehê: Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîrana 2022’yan de li gelek bajaran bi ser mal û saziyên çapemeniyê de hatibû girtin. 20 jê rojnameger 22 kes hatibûn binçavkirin. Di 16’ê Hezîrana 2022’yan de rojnameger Neşe Toprak, Elif Ungur û Remziye Temel jî di nav de 15 rojnameger hatin girtin. Rojnameger di rûniştina ewil de hatin tehliyekirin.    *12’ê Tîrmehê: Koma Medyaya Demirorenê li Mudura Weşana Giştî û Xwediyê Îmtiyazê Medya Korîdorû ya MLSA parastina wê dike, Canan Kaya, doza tazmînata manewî vekiribû. 5’emîn rûniştina dozê li 39’emîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê hat dîtin. Şandeya Dadgehê doz taloqî 9’ê Mijdarê kir.    *15’ê Tîrmehê: Dayikên Şemiyê her hefte li Meydana Galatasarayê dixwazin çalakiya xwe pêk bînin lê her carê êriş li wan tê kirin. Di çalakiyê de Nûçegîhana PÎRHA’yê Dîlan Şimşek xwest binçavkirina dayikan bikşîne lê belê polîsan li wê dan û ew kirin bin çavan.    *18'ê Tîrmeha 2023'yan: Nivîskara Rojnemeya Cumhuriyetê Miyase Îlknur ji ber nivîseke xwe ya di 16'ê Nîsana 2022'yan de ya di Rojnameya Cumhuriyetê de hat weşandin, tê darizandin.   *20’ê Tîrmehê: Lêpirsîna tevî Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu derbarê 19 kesan de hatibû destpêkirin hat temamkirin. Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya wekî hincet faliyetên pîşeyî nîşan da îddianame şand 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran. Hat gotin di nava 15 rojan de yan wê îddianame bê qebûlkirin a jî bê redkirin.    *21'ê Tîrmehê: Tevî Dilşah Kocakaya ya Mudura Weşana Nobedar a Rojnameya Ozgur Gundema bi KHK'ê hat girtin, dikir li 7 kesan bi bi îddiaya "Propagandaya rêxistinê" li 14'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê doz hatibû vekirin. Di 11'emîn rûniştina doza di 3'yê Nîsana 2019'an de hat dîtin de ceza hat birîn.   *22'yê Tîrmeha 2023'yan: Di çalakiya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ya 956'an a li Qada Galatasarayê de polîsan kedkarên çapemeniyê ji qadê dûr xistin û li rojnameger Fatoş Erdogan dan.   *25’ê Tîrmehê: Bi hinceta nûçeya cihguhertinê ya dozgerê îddianameya 18 rojnamegeran li Amedê amade kir û hevjîna wî ya endama heyetê rojnameger Sibel Yukler, Delal Akyuz, Evrim Deniz, Evrim Kepenek û Firat Can Arslan hatin binçavkirin. Piştî karên îfadeyê Firat Can Aslan hat girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de polîsan kelepçeya plastîk kirin destê rojnameger Evrîm Kepenek.    *25'ê Tîrmeha 2023'yan: Edîtora Halk TV'yê Seyhan Avşar, di 25'ê Tîrmehê de da zanîn ku ji ber nivîseke xwe lêpirsîn jê re hatiye destpêkirin. Seyhanê da zanîn li ser giliyê Wezareta Malbatê ev lêpirsîn hatiye destpêkirin.   *26'ê Tîrmeha 2023'yan: Êriş li welatiyên ekîba birîna daran a li Daristana Akbelenê asteng kirin, hat kirin. Leşkeran hem êriş birin ser welatiyan hem jî rojnemger dorpêç kirin. Ji Rojnameya Duvarê Cihan  Başakçioglu û Zeynep Kuray jî hatin astengkirin.    *27’ê Tîrmehê: Buroya Lêpirsîna Sûcên Birêxistinkirî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê Edîtora Mafên Mirovan a Bianetê Ayça Soylemez de îddianame amade kir. Di îddianameya li 29’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat qebûlkirin de derbarê Ayçayê de ji salekê heta 3 salan cezayê girtîgehê hat xwestin.    Meha Tebaxê   *2'yê Tebaxa 2023'yan: Der barê rojnameger Neşe Îdil de ji ber nûçeyên ku çêkirine û li ser medyaya dîjîtal parvekirine bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kiriye" îdianame hat amadekirin. Rûniştina dozê wê di 16'ê Mijdarê de li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin.   *2'yê Tebaxa 2023'yan: Rojnameger  Yildiz Trhan ji ber ku tweeta nivîsa derbarê binçavkirina rojnamegeran de rtweet kir, nivîs ji aliyê Muduryeta Polîsan a Amedê ve hat astengkirin. Biryar di 2'yê Tebaxê de ji aliyê 1'emîn Dadgeriya Sulhê ya Amedê ve hat girtin.   *2'yê  Tebaxa  2023'yan:  Piştî qedandina lêpirsîna derbarê kesên ku 5 jê girtî bi giştî 49 kes jê tên darizandin ku  Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) û edîtora MA'yê Dîcle Muftuoglu jî di nav de ye îdanameya hat amadekirin. Lê îdanameya ku hat amadekirin û radestî 28'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin nehat qebûlkirin û ji aliyê Serdozgeriya komarê ve hat îadekirin.   *3'yê Tebaxa  2023'yan: Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere û Amed de operasyon hatibû destpêkirin û gelek xebatkarên Çapemeniya Azad hatibûn binçavkirin. Li dijî binavçkirin û girtina xebatkarên Çapemeniya Azad li Kadikoya Stenbolê di 29'ê Nîsanê de hatibû xwestin ku daxuyanî bê dayîn. Lê ji kesên ku xwestin daxuyaniyê bidin edîtora ETHA'yê Pinar Gayîp, nûçegîhana Rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier û rojnameger Esra Soybîr, Zeynep Kuray, Serpîl Unal û Yadîger Aygun de doz hat vekirin. Daneşîna ewil a rojnamegeran di 10 Çileya 2024'an de dê bê dîtin.   *3'yê Tebaxa 2023'yan: Rojnameger Zeynep Kuray, dema ku li Akbelenê nûçe dişopand, ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan  a Mîlasê ve gazî îfadeyê hat kirin.   *04'ê Tebaxa  2023'yan: Derbarê Mudura Karên Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtseven de, ji ber nûçeya ku derbarê Dîcle Elektirîk A.Ş de çêkir û li sîteyê hat weşandin biryara binçavkirinê hat derxistin. Dîren a ku biryara derbarê xwe de li Dêrsimê hîn bû, di 4'ê Tîrmehê de li Edliyeya Dêrsimê bi Rêya Deng û Dîmen (SEGBİS) îfade da.   *7'ê Tebxa 2023'yan: 6 jê jin 24 rojnamegerên li Sputnikê dixebitîn ji kar hatin derxistin.   *11'ê Tebaxa 2023'yan: Rojnameger Seyhan Avşar a ku li nexweşxaneya aîdê Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca bûyera îstîsmarê şopand û kir nûçe derbarê wê de lêpirsîn hat destpêkirin.   *18'ê Tebaxa 2023'yan: TurkTelekomê, bi hinceta "Ne li gorî Profîla Malbatê ye" xwegîhandina JINNEWSê asteng kir.   *22'yê Tîrmeha 2023'yan: Nûçegîhana Jin Newsê Derya Ren,  ji ber ku xwet pirsgirêkên li girtîgehê dijîn bi nameyekê ji saziyan re ragihîne, bi hinceta ku îtîbara girtîgehê binpê dike nameya wê hat desteserkirin.   Meha Îlonê   *2’yê Îlonê: Polîsan li rojnamegerên xwestin çalakiya 962’yemîn a Dayikên Şemiyê bişopînin, dan.    *4’ê Îlonê: Di 12’ê Îlona 2022’yan de nûçegîhana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekin ji ber “Meşa Gemlikê” şopnad loma jî hatibû binçavkirin û doz lê hatibû vekirin. 22’yemîn rûniştina dozê li 58’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeya Stenbolê hat dîtin.    *6’ê Îlonê: Rojnameger Pelin Ozkaptan ji ber giliyê Mehmet Ardiçoglu yê tecawizkarê Edanur Kaplan, çû li Amîrtiya Navenda Polîsan a Karakoyê îfade da.   *9’ê Îlonê: Di çalakiya 963’yemîn a  Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de rojnameger dîsa hatin astengkirin.    *12’ê Îlonê: Rojnameger Sonya Bayik ji ber daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê ji bo parastina mîrateya çand Heskîfê şopandibû loma jî hatibû binçavkirin û doz lê hatibû vekirin. Rûniştina 9’emîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Rûniştin taloqî 12’ê Kanûna 2023’yan hat kirin.    *13’ê Îlonê: Ji ber rojnameger Rabia Çetin derbarê Deniz Poyraz de li ser medyaya dîjîtal parvekirin kir loma jî doz lê hatibû vekirin. Rûniştina duyem li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Rûniştin taloqî 6’ê Mijdarê hat kirin.    *13’ê Îlonê: Muayeneya bi kelepçe li Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu hat ferzkirin.    *14’ê Îlonê: Bi hinceta nûçeyên Reyhan Çapan di Rojnameya Ozgur Gundemê de weşandibûn doz lê hatibû vekirin. 28’emîn rûniştina dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin û taloqî 11’ê Çileya 2024’an hat kirin.    *14’ê Îlonê: Xebatkara rojnameya Yeni Yaşamê Rojîn Altay di 28’ê Çileya 2022’yan de li Balafirgeha Sabiha Gokçen a Stenbolê hatibû binçavkirin û bi îddiaya “endamtiya rêxistinê” doz lê hatibû vekirin. Yekemîn rûniştina dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Dadgehê salek û 3 meh ceza da Rojînê.    *15’ê Îlonê: Di 25’emîn roja çalakiya derxistina ji kar a karkeran, mudaxale hat kirin û rojnameger Zeynep Kuray di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin di 16’ê Îlonê de hatin berdan.    *16’ê Îlonê: Rojnameger Îlknur Bilir a li Elmanyayê dijî, bi hinceta parvekirinên têkildarî erdhejê yên li ser medyaya dîjîtal li Balafirgeha Sabiha Gokçen hat binçavkirin. Pasaporta wê jê hat girtin û piştre ew şandin qereqola balafirgehê. Piştî îfa de dozger serbest hat berdan.    *17’ê Îlonê: Piştî nûçeya rojnameger Hale Gonultaş, Kahraman Î. gef li Haleyê xwar. Lê belê derbarê wî de biryara neşopandinê hat dayin.    *19’ê Îlonê: Piştî korgeneral Musa Çitil giliyê editora ETHA’yê Pinar Gayip kir şûnde Pinarê hat darizandin. Rûniştina dozê li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Pinarê hat beratkirin.     *19’ê Îlonê: Rojnameger Sultan Eylem Keleş dema çalakiya karkerên şirketa BÎMEKS’ê dişopand hat binçavkirin û derbarê wê de doz hat vekirin. Rûniştina Sultanê li 56’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Rûniştin taloqî 25’ê Çileya 2024’an hat kirin.    *19’ê Îlonê: Rojnameger Şerife Oruç dema nûçe dişopand hat binçavkirin û doz lê hat vekirin. Rûniştina wê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat lidarxistin. Rûniştin taloqî 19’ê Kanûna 2023’yan hat kirin.    *20’ê Îlonê: Rojnameger Nebiye Arı, Hilal Işik û Yagmur Kaya jî di nav de 49 kes dîsa hatin darizandin. Rûniştin li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 15’emîn hat dîtin û rûniştin taloqî 6’ê Kanûna 2023’yan hat kirin.    *20’ê Îlonê: Li Licê zaroka 14 salî Y.D.  hatibû îşkencekirin û rûnişta dozê dema hat dîtin jî bi hinceta “eywan biçûk e” rojnameger negirtin eywana rûniştinê.    *20’ê Îlonê: Rojnameger Îzel Sezer li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da zanîn ku ji ber çalakiya li Kolana Îstiklalê 5 rojnameger hatine dorpêçkirin.    *21’ê Îlonê: Darizandina qunciknivîsa rojnameya Cumhuriyetê Miyase Îlknur dewam kir. 10 meh ceza li Miyase hat birîn.    *21’ê Îlonê: Darizandina ji nivîskarên kovara Moderniteya Demokratîk Nazan Ustundag jî dewam kir. Doza  Nazanê taloqî 4’ê Çileya 2024’an hat kirin.    *21’ê Îlonê: Nûçegîhana Bianetê Rûken Tuncel jî hat darizandin. Rûkenê ji doza dihat darizandin hat beratkirin.    *23’yê Îlonê: Rojnamegerên xwestin çalakiya 965’emîn a Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê bişopînin hatin astengkirin.    *26’ê Îlonê: Reyhan Çapan dema Mudura Karê Nivîsê ya Ozgur Gundemê bû derbarê wê de doz hatibû vekirin. Rûniştina dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayanê hat dîtin. Dadgehê ji ber doz ket ber demboriyê doz xist.    *28’ê Îlonê: Rojnameger Sibel Hurtaş di dema şopandina nûçeyan de hatibû binçavkirin û polîsan giliyê wê kiribûn. 5’emîn rûniştina dozê li 37’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Enqereyê hat dîtin û doz taloqî 13’ê Kanûna 2023’yan hat kirin.    *29’ê Îlonê:  Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê Azime Bozkurt li Dêrsimê dema rojname belav dikir hat binçavkirin û bi biryara divê îfadeyê bide dozgeriyê hat berdan.    *30’yê Îlonê: Rojnameger Dicle Muftuoglu û Nuriye Adet ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tên girtin ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê serê çekpasê û xortuma avê xwestin lê belê ev yek hat redkirin.    *30’yê Îlonê: Polîsên destûr nedan meşa Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê rojnameger li dijî dorpêçê hiştin. "