EŞÎK'ê ji bo Rojava û Gazzeyê daxuyanî da 2023-10-12 13:28:02     NAVENDA NÛÇEYAN - EŞÎK'ê diyar kir ku di vê hefteya dawî de li Rojava û Gazzeyê cihên pêdiviyên jiyanî yên wekî nexweşxane, av, ceyran lêne tên bombebarankirin û got:"Mazereta tundiyê ya li dijî sîvîl, jin û zarokan tune ye."   Platforma Jinan a ji bo Wekheviyê (EŞÎK), bi sernavê "Em dev ji mafê xwe yê jiyanê yê bê şer bê tundî bernadin" li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da. Di daxuyaniyê de jinan gotin ew şer baş dizanin û gotin:"Em naxwazin hînî vî şerî bibin û bi vê xofê bijîn."   'Em naxwazin hînî vî şerî bibin û bi vê xofê bijîn'   Di daxuyaniyê de jinan dan zanîn li Rojhilata Navîn şer û pevçûn dîsa zêde bûne û wiha gotin:"Li Rojava û Gazzeyê cihên pêdiviyên jiyanî yên wekî nexweşxane, av, ceyran lêne tên bombebarankirin. Mazereta tundiyê ya li dijî sîvîl, jin û zarokan tune ye. Xurek tê astengkirin. Tundî li jin û zarokan tê kirin. Mirov mecbûrî koçberiyê tên hiştin."   Di daxuyaniyê de jinan dan zanîn divê li dijî şerê ku beden û keda jinan wekî xanîmetekê tê dîtin dawî bê û gotin divê herkes ji tezkereyên dagirkeriyê re bêje na.    Her wiha jinan dan zanîn ji bo jiyaneke bi ewle, ji bo azadiya hemû kesî, ji bo aştiyeke mayinde ew polîtîkayeke femînîst a derve dixwazin û gotin ji bo şer û tundiyê na, bila atişî demildest bê.