Wêneyê Armita li Parka Lale ya Tehranê hat daliqandin 2023-10-12 12:40:36       WAN - Armita Gravand a ji aliyê hêzên girêdayî Îranê ye hat îşkencekirin ev 12 roj in têkoşîna jiyanê dide. Hevalên Armita jî wêneyên wê çêkirin û li Parka Lale ya Tehranê daliqandin.   Li Paytexta Îranê ya bi navê Tehranê Armita Gravand li îstasyona Metroyê dema dikira biçûya dibistanê ji aliyê hêzên girêdayî Îranê ye hat îşkencekirin. Armita ev 12 roj in li beşa nihêrtina giran a nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê dide. Hevalên Armita jî wêneyên wê çêkirin û li Parka Lale ya Tehranê daliqandin.   Hevalên wê li ser wêne wiha nivîsandin:"Em hêvî dikin Armitaya ji xêzkirina wêneyan gelekî hez dike baş bibe."