Li Berna Çelîk a HDP'yî îşkenceya lêgerîna tazî kirin 2023-10-12 11:00:06       ÎZMÎR - Hevseroka HDP'a Îzmîrê Berna Çelîk, piştî ku hat giritn li girtîgehê gardiyanan îşkenceya lêgerîna tazî lê kiriye.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê Berna Çelîk ku di 6'ê Cotmehê de li Îzmîrê hat binçavkirin û piştre ji aliyê dadgehê ve hat girtin, piştî ku şandin girtîgehê îşkenceya lêgerîna tazî lê hat kirin. Hat diyarkirin ku Berna ya ku bertek nîşanî îşkenceyê da, ji aliyê gardiyanan ve bi gotinên zayendperest re jî rûbirû maye.    Îşkenceya berevajî   Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku Berna ya ku di dîmenên ku dema ji qereqolê derdiket de dirûşme berz kiriye lê dengê wê di vîdyoyê de hatiye qutkirin. Hat ragihandin ku Bernayê dirûşa "Jin jiyan azadî" berz kiriye. Her wiha hat diyarkirin ku Berna heta ku ji edliyeyê hatiye derxistin û bi daxwaza girtinê sewqî girtîgehê hatiye kirin r bi îşkenceya kelepçekirina berveajî ve jî rûbirû maye. Hat ragihandin ku polîsên TEM'ê bi Bernayê re heta qawîşê çûne,  bi gardiyanan re axivîne û piştre derketine.