Ji bo çalakiya girseyî ya Qoserê bang hat kirin 2023-10-12 09:14:29     Oznur Deger    MÊRDÎN - Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî ya ku êrişên TSK'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand banga tevlîbûna çalakiya girseyî ya wê li Qoserê bê lidarxistin, kir û wiha got:"Li dijî sûcên mirovahiyê divê cîhan dengê xwe bilind bike. Em ê tu carî Rojava bi tenê nehêlin. Heta êriş bi dawî bibin wê têkoşîna me dewam bike."   Piştî çalakiya di 1'ê Cotmehê de li ber Wezareta Navxweyî pêk û Tabûra Nemiran girt ser xwe şûnde, Wezîrê Karê Derve Hakan Fîdan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir hedef. Piştî daxuyaniya da di 5'ê Cotmehê de TSK'ê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. TSK'ê gelek cihên pêdiviyên jiyanî lê ne bombebaran kir û bilançoya van êrişana jî her diçe giran dibe. Di êrişa TSK'ê de 2 jê zarok herî kêm 47 kesî jiyana xwe ji dest dan û 59 kes jî birîndar bûn.    Kampanyaya navneteweyî    Bi pêşengiya Platforma Dîplomasiyê ya civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 7'ê Cotmehê de kampanyaya navneteweyî dest pê kir. Ji sedî zêdetir rewşenbîran di vê kampanyayê de cihê xwe girtin.    Biyara çalakiyan    Di 11'ê Cotmehê de jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) biryara çalakiyên li dijî êrişên TSK'ê yên li ser Rojava hatin dayin.    Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî ya ku êrişên TSK'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand banga tevlîbûna çalakiya girseyî ya wê li Qoserê bê lidarxistin, kir   'Dixwazin mirovan ji qirkirinê derbas bikin'   Bêrîvanê da zanîn Turkiye bi êrişa li ser destkeftiyên kurdan hebûna xwe didomîne û wiha got:"Li Tirkiyeyê du kevir li hev kevin Tirkiye hêrsa xwe ji destkeftiyên li Rojava derdixe. Dixwazin mirovan ji qirkirinê derbas bikin. Hemû qadên jiyanî dike hedef û ji hewayê bombebaran dikin. Dema bombebaran dikin jî ne dibêjin zarok in ne jî dibêjin jin in û dixwazin kurdan qir bikin. Ji hêza xweparastin û rêxitinbûyina li wir ditirsin. Loma jî ji ser Rojava re dixwazin peyamekê bidin kurdan, 'Ger ez kurdan ji vir ji qirkirinê derbas bikim ez dikarim li her derê wan ji qirkirinê derbas bikim '. Lê belê vê yekê ji bîr dike, kurdan heta niha ne ji ber êrişa hewayî ne jî ji ber êrişa bejayî gav paşde neavêtine. Ji vê saetê şûnde jî ew ê kurd di mijara destkeftiyên xwe de gavê paşde neavêjin. Li Rojava şoreşek pêk hat û gelê Rojava bi vî rihî destkeftiyên xwe diparêzin. Tu carî em nebûn alîgirên şer. Tevî ewqas komkujiyan jî dîsa me dev ji gotina aştiyê bernedan. Me her tim aştiya mayinde parast."   'Em ê wekî kurdên li Bakur tenê temaşe nekin'   Bêrîvanê da zanîn ji ber cîhan li ber êrişên Tirkiyeyê bêdeng e loma jî Tirkiye ewqas bi giranî êriş dike û wiha lê zêde kir:"Berjewendiyên dewletan û Tirkiyeyê bi hev re hene. Di serî de ABD welatên li cîhanê tenê dibêjin 'em bi fikar in'. Jê wêdetir refleksekê nîşan nadin. Loma jî kurd tên qetilkirin. Ger sepandin li ser Tirkiyeyê bikirana ev tiştên dike wekî sûcê şer nîşan bidana wê Tirkiye ewqas bi giranî êriş nekira. Tirkiye cesareta êrişan ji welatên navneteweyî digire, ji bêdengiya wan cesaretê digire. Lê belê kurd hêza xwe ji rêxistinbûyina xwe ji destkeftiyên xwe û ji têkoşîna xwe digirin. Ger em ê ji mirovahiyê behs bikin divê wê demê em dengê xwe li dijî êrişên li ser Rojava bilind bikin. Têkildarî êrişan kampanyayek hat destpêkirin. Em ê wekî kurdên li Bakur tenê temaşe nekin. Em ê tu carî êrişên li ser sînorê xwe qebûl nekin. Em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û têbikoşin."   'Heta êriş bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin'   Bêrîvanê da zanîn ew ê di 13'ê Cotmehê de li Qoserê saet di 13.00'ê de li dijî êrişan çalakiyê li dar bixin û wiha got:"Em bang li kesên azadiyê dixwazin, kesên li dijî êrişên li ser destkeftiyên kurdan e û em bang li hemû raya giştî dikin ku tevlî vê çalakiyê bibin. Wê dîrok vêya binivîse. Em tu carî vê bêdengiyê qebûl nakin û em şermezar dikin. Divê demildest dawî li van êrişana bên. Divê cîhan li dijî sûcên mirovahiyê yên Tirkiyeyê deng derxe. Em ê tu carî Rojava bi tenê nehêlin. Heta êriş bi dawî bibin em ê têkoşîna xwe bidomînin."