Rojnamegera girtî Derya Ren: Lêgerîna tazî tê rewakirin 2023-10-12 09:05:44     AMED - Nûçegîhana me Derya Ren a li Girtîgeha Jinan a Amedê girtiye binpêkirinên mafan vegot û diyar kir ku lêgerîna tazî ya Wezareta Dadê jî erê kiriye, di bin navê ‘lêgerîna berfireh’ de tê rewakirin û li dijî binpêkirina mafan banga hestiyariyê li rayagiştî kir.   Rojnameger Derya Ren a li Girtîgeha Jinan a Amedê girtiye, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi nameyekê ragihand. Deryayê di nameya şand dee bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî û got bi hincetên absurt înfazên wan tên şewitandin.   Deryayê di nameya xwe de balkişand ser gelek binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got bi biryarên tên girtin û polîtîkayên tecrîdê hewl tê dayîn girtî ji nirxên wan bên dûrxistin û di serî de mafê ragihandin û tenduristiyê ji gelek mafan bêpar tên hiştin.   Deryayê di berdewamiyê de bal kişand ser binpêkirina mafan û wiha got: “Ligel binpêkirinên mafan ên roj bi roj giran dibin girtîgeh veguherîne malên tecrîd û mirinê û biryarên ji exlaq û wijdanê dûr tên dayîn. Lêgerîna tazîya ku wezareta dadê jî erê kiriye di bin navê ‘lêgerîna berfireh’ de tê rewakirin. Girtiyên nû tînin lêgerîna tazî lê ferz dikin. Girtiyên li dijî vê dertên bi tundiyê re tên rû hev. Li dijî vê  hewl didin bi cezayên dîsîplînê wan bitirsînin.   Nexweşiyên nû dertên holê   Deryayê da zanîn tevî nexweşiyên giran ên girtiyan jî girtî nayên berdan û wiha lê zêde kir:"Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Rewşa girtiyên nexweş ên siyasî ji nedîtîve tên. Nexweşiyên kronik ên Semîre Dîrekçî ku di lîsteya nexweşên giran de ye û di qawişa min de ye, her diçe giran dibe. Li nexweşiyên wê nexweşiyên din zêde dibin. Herî dawî meha borî teşhîsa weşandina por hat dayîn. Rîska windakirina porê xwe dijî. Her wiha girtiya din Şefîka Kandar a 65 salî girtiya nexweşa tansiyon e û gelek nexweşiyên wê yên din hene. Tevî nexweşiyên wan ên giran Semîre Dîrekçî û Şefîka bi raporên ATK’ê nayên berdan."   Li pirtûkxaneyê piranî pirtûk ên olî ne   Deryayê da zanîn pirtûkên li pirtûkxaneyê piranî olî ne û wiha pê de çû:"Qawişên me 24 saetan bi kamerayan tên şopandin. Ev mudaxaleya mahremiyetê ye. Kamera çûyîna serşoyê û destavê dibîne. Kameraya hewandankê jî beşek cihê razanê dibîne. Şopandina 24 saetan a bi kamerayan mudaxaleya jiyanê ye û zexta li ser rih û derûniyê ye. Rojname, kovar û pirtûk nayên dayîn. Tevî mafê lîsansê heye û qanûnî ne jî gelek rojname bi hinceta ewlehiyê nayên dayîn. Yenî Yaşam û Evrensel nayên dayîn. Kanalên Arti Tv, Halk Tv û Tele1 hene. Kotaya pirtûkan 10 e. Pirtûkên ji derve tên jî ji du mehan carê tên dayîn. Pirtûkên li pirtûkaneyê jî piranî yên olî ne."   Nameya min bi guman hat dîtin   Deryayê bi lêv kir ku ji ber pêkanînên li girtîgehê girtiyên nexweş naxwazin herin nexweşxaneyê û wiha got:"Nameyên me gelek caran bi hinceta absurt in tên desteserkirin. Di mehên borî de min ji hevalek xwe re name şand girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê û nameya me bi guman hat dîtin û hat desteserkirin. Ligel vê di heman zerfê de ji bo sê kesan şandina nameyê qedexe ye. Di zerfên cuda de şandina nameyan ferz dikin. Ev jî di alî aborî de girtiyan dide zorê. PTT şandina nameyan buha dike û veguhertine bazirganiyê. Ji bo girtiyên edlî mafê hevdîtina telefonê 120 deqe ye. Lê ji bo me bi 10 deqeyan hatiye sînorkirin. Ew jî eziyet e.  Pêkanîna keleçeya bi cot jî rûmeta mirovan tune dihesibîne. Girtiyên dibin nexweşxaneyê bi awayekî bi cot tên kelepçekirin. Ji ber vê pêkanînê girtî naxwazin biçin  nexweşxaneyê."   Tehliye nakin   Deryayê diyar kir ku gelek girtî ji kêfî nayên berdan û wiha got:"Bi pêvajoya pandemiyê re lijneyên ketin meriyetê bûne mekanîzmayên darizandinê yên duyemîn. Girtiyên  divê bên tehliyekirin nayên berdan. Tevî rewşa wan baş e bi hincetên absurt nayên berdan. Kubra Barutçu û Jiyan Arikboga yên divê di meha tîrmehê de bihatana tehliyekirin bi daxwaznameyên Wezareta Dadê nivîsîne nehatin berdan. "   Banga hestiyariyê    Deryayê di nameya xwe de herî dawî wiha got:"Em girtî ji mafê sohbetê fêdeyê nagirin. Ev demek dirêj e em dernakevin qadên hevpar û girtiyan di qawişan de hepis dikin. Tiştên li jor min rêz kirin ji polîtîkaya tecrîdê serbixwe nînin. Em di vê mijarê de dipên ku STK bi hestiyarî tevbigerin."