Bariş Karaagar: Panzehra komployê yekîtiya neteweyî ye 2023-10-12 09:04:35     Oznur Deger   MÊRDÎN - Akîvîsta kurd Bariş Karaagar ku li Başurê Kurdistanê dijî, derbarê 25’emîn salvegera komployê de nirxandin kir û got: “Ger êriş li ser netew, gel û gelên cîhanê be panzehra wê têkoşîna yekbûyî ye. Panzehra komployê jî paradîgmaye. Divê her kes li dora têkoşînê bibe yek.”   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de  bi komploya navneteweyî ji Sûriyeyê derket û di 15’ê Sibata 1999’an de teslîmê Tirkiyeyê hatkirin. Li dijî pêvajoya komployê ya di serî de DYA û Ewropa, komploya ku welatên Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê jî tevlibûn li girtîgehan bi şîara ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ çalaki hatin destpêkirin û li cîhanê belav bûn.   Aktîvîsta jin a Kurd Bariş Karaagar ku li Başurê Kurdistanê dijî û di 9’ê cotmeha 1998’an de di girtîgehê de bû der barê komployê de, rola PDK û pêşnegiya girtîgehan de axivî.   * Komploya navneteweyî 25 saliya xwe li pey xwe dihêle. We pêvajoya komployê wê demê li girtîgehê pêşwazî kir. Hûn dikarin bi me re wê pêvajoyê parve bikin?   Ez di komploya 1999’an de li girtîgeha Mîdyadê bûm. Beriya nûçeya komployê  me dizanibû pêvajoya komployê destpê kiriye. Me komploya li dijî rêbertiyê hîs kir. Hevalên me li dijî vê li girtîgehan agir berdan bedena xwe. Wê demê çalakiyên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li girtîgehan dest pê kir. Piştî anîn Tirkiyeyê pêvajoyek tije hat jiyîn. Wê demê şertên girtîgehan giran bûn. Heta wê demê tespîta ji bo kurdan ‘serdemek ji agir’ dihat kirin. Ji ber mirovan çalakiyên normal pêk nedianîn. Kurd xwedî li lîderên xwe derdiketin. Mirovan xwe zindî zindî şewitandin. Li dora roja xwe bûn stêrk. Pêşketina komployê cûdabû. Dikaribû imhaya fîzîkî ya serokatiyê pêk bihata an jî li hember Gelê Kurd komkujiyek pêk bihata.   Çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ di esasê de komplo ewil têk bir. Gel, Kurdan û dostên Kurdan li derve rabûn ser piyan. Komplo ji serî de carekê têk birin. Ev ji bo hinekan tenê gotin be jî armanca komployê ne tenê dîlgirtina rêberê gelekî bû dîlgirtina gelekî bû. Armanc ev bû. Di vî alî de çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ gelek girîng bûn.   "Di şexsê serokatiyê de xwestin gel tûne bikin. êrîşên li hember Kurdan gerdunî bûn. Çawa komplo navnetewyî bû, hêza berxwedanê ya li dijî komployê jî wisa xurt bû."   * Pêşengiya çalakiyên derve gelo ‘qadên îzole’ yanî girtîgehan girt ser xwe?    Belê wisa bû. Di civakê de ewil zêde nehat ferqkirin. Derketina  Derketina Ewropa, meşa Romayê, çûyîna Yewnanîstanê. Me jî hemû dişopand. Lê me kêm agahî digirtin. Tevî ku girtîgeh kêm bi derve re di têkiliyê de bûn komplo hîs dikirin. Pêvajoyeke ku dixwestin bi me serî bidin tewandin dihat jiyîn. Di vî alî de pirsa ‘Ji bo serokatiyê dikare çi bê kirin’ derdiket holê. Hevalan ev pirs ji xwe dikirin. Bersiva jî vê teqez berxwedan bûn. Rojev li ser ‘ez çawa dikarim xwe li derve bidim hîs kirin’ bû.  Ger serokatiyê wê demê negotiba ‘ez çalakiyên wisa erê nakim’ wê belkî îro jî bi sedan kesî ev çalakî pêk bianiya. Komplo pir kûr bû. Komplo bi girtina fîzîkî nebe. Dîroka me wisa ye. Dîroka me bi girtin û zindanan tijeye. Me li zindanan pêvajo dişopand. Lê derfetê girtina agahiyan zêde tûnebûn. Derfet bi sînor bûn. Peyamên beriya komployê dihatin dayîn nîşan didan ku wê êrîş zêde bibin. Ji ber êrîş pir giran bibûn. Komplo bi girtina fîzîkî ya birêz Ocalan ne sînor bû. Di şexsê serokatiyê de xwestin gel tûne bikin. êrîşên li hember Kurdan gerdunî bûn. Çawa komplo navnetewyî bû, hêza berxwedanê ya li dijî komployê jî wisa xurt bû.   * Komplo îro bi pergala tecrîda li Îmraliyê didome. Hûn di vê mijarê de dixwazin çi bêjin?   Dema pêvajoya Îmraliyê hat destpêkirin hedef ev bû ku serokatiyê di alî îdelojîk de bixînin. Wek pêvajoyek adlî nêz bûn. Malbatên leşker û polîsan dibirin, serokatî dikirin qefesekê û wisa didarizandin.  Bi vê dixwestin îradeyê bişkînin. Lê pêvajoya ku serokatiyê li wir pêş xist ev berovajî kir.   * Hûn asta êrişan çawa dinirxînin?   Êrişên li hember serokatiyê di asta netewperestiyê de bûn. Êrişa li dijî paradîgmayê bû. Ev pirsgirêk tenê bi hevdîtina malbat û parêzeran çarser nabe. Em nikarin tecrîdê wisa teng û bê wate bihêlin. Ev çawa navneteweyî ye divê sekna li dijî vê jî wisa be. Ev pêvajo çawa dest pê kir armanca belavkirin û meşandinê jî ev bû. Di şexsê serokatiyê de dixwazin di alî îdeolojîk de gel kir bikin.   Ewil ji kurdan destpê kirin. Ji saziyên kurdan, welatparêzan dest pê kirin niha êrişê CHP’ê jî dikin. Bifikirin ku ev pêvajo bandorek çawa li gelên Tirkiyeyê dike. Berê digotin ‘Ji ber kurd wisa dikin êriş dikin’, lê niha hemû cîhan van êrişan qebûl dike.   "Berxwedana serokatiyê ya li Îmraliyê pir watedare. Li wir tenê tecrîdek fizîkî tê meşandin lê serokatî li wir hêza wate û watedarkirinê pêş dixîne."   * Tecrîda li ser paradîgmayê û komplo li hemû qada navneteweyî belav bûye?   Belê teqez wisa ye. Salên dawî de li ser paradîgmayên konferans tên kirin û cîhan vê nîqaş dike. Vê nokteyeke gerdunî û enternasyonal bezandiye. Ji her kes riya rizgariyê bi paradîgmayê de dibîne. Ji ber vê jî êrişên li hember serokatiyê di esasa vê paradîgmayê de ye. Êrişên li hember serokatiyê, ji ber encama vê nefrete ye. Ev ne tenê qirkirinek fizî û êrişeke. Ev êrişeke li dijî felsefe ye.   Berxwedana serokatiyê ya li Îmraliyê pir watedare. Li wir tenê tecrîdek fizîkî tê meşandin lê serokatî li wir hêza wate û watedarkirinê pêş dixîne. Berxwedanek bi heybet dimeşîne. Pêşiya êrişên îdeolojîk hewl didin bi tecrîda fîzîkî bigirin. Hewl didin civakê di vî alî de têk bibin. Hemû rojevê ji ser hevîtina malbat û parêzeran dibin. Hewl didin vê di rojevê de bihêlin. Lê ya esas li îdeolojî, paradîgma û felsefeye dike. Ev tecrîd tenê bi fîzîkî nikare bê vegotin. Ev zext, êrîş û îşkence bi fîzîkî nikare bê vegotin.   * Di demên dawî de li Başurê Kurdistanê suikast tên kirin. Bi destê PDK’ê dixwazin komployê bidomînin. Di vê mijarê de nêrîna we çiye?   Mîsyona PDK’ê di dîroka Kurdistanê de hêza dagirkeriyê ye. PDK ne kurd e. Divê em vê wisa qebûl bikin. Em bi kurdên ku dijminê xwe afirandiye re têdikoşin.  PDK bendeke li hember hemû destkeftiyane. Em li Başûr dijîn. Dema tû biçî herêma PDK’ê bêjî ez kurd im te derbas nakin. Tu bêjî ez tirk im derftê te heye. Ev çiqas kurdb ûne gelo. Polîtîka Tirkiye li gerîla û girtiyan dike PDK li vir dike. Cenazeyên gerîlayan nadin malbatan didin windakirin. Girtiya bi awayekî adîlane nadarizînin. Qanûnên Tirkiyeyê li vir li ser Kurdan dimeşînin. Ligel van îxanetan pozîsyonek wisa ya PDK’ê ye. Bi taktîkên Tirkiyeyê tên ser kurdan.   Lingê pêşîn yê dagirkirina Tirkiyeyê PDK ye. Êrişên dagirkirinê nikare ji komployê ji polîtîkaya tunekirina kurdan serbixwe bê destgirtin. Kurdên li sînorê Belarus hatine bicihkirin ji ber vê polîtîkayê ne. Dînamîkên berxwedanê ya civakê ji holê rakirine. Civak bê rih hiştine. Rihê berxwedana civakê kuştine. Li ser van hemû xalan komplo tê meşandin. Têkoşîna li dijî vê tê meşandin jî di vê nokteyê de ye.   * Komplo bi yekitiya navneteweyî dikare bê têkbirin? Hûn derbarê çalakiyên 9’ê cotmehê de dixwazin çi bêjin?   Belê dikare bê çareserkirin. Çareserî yekitiya neteweyî ye. Heta ev statu neyê bidestxistin wêev polîtîka rê li ber tiştên din vebikin. Ger êrîş li ser netew, gel û gelên cîhanê be panzehra wê têkoşîna yekbûyî ye. Panzera komployê jî paradîgmaye. Divê her kes li dora têkoşînê bibe yek.   Ez hemû hevalên çalakiya fedayî pêk anîne Aynur Artan, Selamet Menteş û yên din bi rêzdarî bibîr tînim. Di heman demê de hevala Nagîhan di vê mehê de hat qetiklirin. Meha cotmehê bo kurdan girtîng e. Ez banga têkoşînê li her kesî dikim. Ji her kesî re serkeftinê dixwazim.