Hîmê destûra bingehîn di avakirina Komara Demokratîk de ye 2023-10-12 09:02:42     Rozerîn Gultekîn    STENBOL - Endama HDP MYK’ê Elîf bulut da zanîn ku desturên bingehîn li ser înkar, serdestiya mêr û mîlîtarist hatine avakirin û got destura bingehîn ya nû ancax bi nêrîna jin û fikriyeta komara demokratîk dikare bê avakirin.   Roja komara Tirikyeyê hatiye avakirin heta niha, piştî destura bingehîn ya 1921’ê şûnde hemû desturên bingehîn yên hatine avakirin mafê mirovan tûne hesibandin.  Desthilatdariya AKP’ê di pêvajoya desthilatdariy a21s alî de ev polîtîka hîn bêtir giran kir.Desthilatdariya AKP-MHP’ê niha ji bo guherîna destureke bingehîn ya nû di hewldanan de ye û li dijî vê bertek her diçin mezin dibin.   Endama Lijneya Rêvber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bulut, der barê destura bingehîn de nirxandin kir.   Destûrek bingehîn ya li ser înkarê hatiye avakirin Elîfê da zanîn destura bingehîn ya 1982’an berdewama pergala serdest ya mêr-mîlîtarîst pêk aniye û ji roja ewil de ji bo hewcedariyên gel nebûye bersiv. Elîfê wiha dirêjî daye: “Di avakirin komara Tirkiyeyê de xwîna gelan hat rizandin. Xwîna Kurdan, Ermeniyan, Rûm, Elewî û bindestan.  Gelo wê ev destura bingehîn çawa bibe destura bingehîn ya hemû kesî. Ev nabe ya Kurdan, ya Elewiyan. Wê demê ya kê ye. Ya Tirkan e. Rêgezên destura bingehîn li ser înkarê hatine avakirin. Hun çi dikin bikin ev nabe destura bingehîn ya gelan. Ev destureke bingehîn ya cunta 1982’an amade kiriye ye. Ji ber vê jî em tiştekî jê napên. Niha jî dixwazin desturek bingheîn ya feraseta dewletê lê bi cih dikin ava bikin.”   ‘Ji ber wê bê darizandin destura bingehîn nû dikin’   Elîfê daxuyand ku divê destura bingehîn ji serî de bê guhertin û wiha dirêjî daye: “Divê hewcedariyên civakê gelan li ber çavan bê bigrtin. Divê jin, ol, bawerî li ber çavan bên girtin û divê desturek bingehîn ya mafê wan diparêze hebe. AKP di bin navê ‘parastina malbatê’ de diçe guherîna destura bingehîn. Bi van guherînan re ya hedef tê girtin terza jiyana jinan e. Dixwazin hiqûa xwe pêk bînin biafirînin. Ev desthilatdarî wê biguhere û ev mirov bên darizandin. AKP pêşeroja xwe difikire û hewl dide xwe biparêze.  Bi salane mafê gelan, jinan baweriyan tê xespkirin. Ji ber dizanin wê bê darizandin di hewldana nûkirina destura bingehîn de ne.”   Modela alternatîf: Komara demokratîk   Elîfê destnîşan kir ku li dijî destura bingehîn ya desthilatdarî dixwaze ava bike, wek Partiya Çep a Kes û HDP’ê dixwazin desturek bingehîn ya alternatîf çêbikin û wiha bi lêv kir: “Ji bo ev destura binghîn bikeve jiyanêdivê Komara Demokratîk a fikriyeta Abdullah Ocalane bê avakirin. Ji bo avakirina komara demokratîk jî divê daxwaza aliyên civakî  hebe. Bi heyeteke li meclîsê runiştiye ev nikare pêk bê. Divê bi kesên têkoşîna ekolojiyê didin, bi rêxistinên jinan re, bi baweriyan re hevdîtin pêk bên. Rêbaza rast eve bêyî komara demokratîk desturek bingehîn a demokratîk ne pêkane.”   'Pirsgirêka mezin tecrîda Îmraliyê û pirsgirêka Kurd e'   Elîfê her wiha balkişand  ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî daye: “Tecrîdek giran a 25 salan û pirsgirêka Kurd heye. Heta hun dikarin gotinên demokrasiyê bêjin û bêjin em destura bingehîn a demokratîk ava dikin. Heta ku hun tecrîdê li ser gel pêk bînin tu wateya ê tuneye. Li ser Birêz Ocalan tecrîdek giran pêk tê. 31 mehe tu agahî jê nayê girtin.Di rewşeke wisa de nikare behsa demokrasiyê bê kirin. Demokrasî ji bo her kesî girînge. Di detureke bingehîn a demokratîk de nêrîna jinê gelek girînge.  Desturek bingehîn ya mêr civakê nahewîne.”