ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-12 09:00:00     * Akîvîsta kurd Bariş Karaagar ku li Başurê Kurdistanê dijî, derbarê 25’emîn salvegera komployê de nirxandin kir û got: “Ger êriş li ser netew, gel û gelên cîhanê be panzehra wê têkoşîna yekbûyî ye. Panzera komployê jî paradîgmaye. Divê her kes li dora têkoşînê bibe yek.” BI DÎMEN    *Hevrîn Xelef 4 sal berê  ji aliyê çeteyên ‘Ehrar El Şerqiye’ ku Tirkiyeyê piştgirî didayê, ve hat qetilkirin. Di ser qetilkirina wê re 4 sal derbas bûn. hevalên wê têkoşîna Hevrînê didomînin.   *Endama HDP MYK’ê Elîf bulut da zanîn ku desturên bingehîn li ser înkar, serdestiya mêr û mîlîtarist hatine avakirin û got destura bingehîn ya nû ancax bi nêrîna jin û fikriyeta komara demokratîk dikare bê avakirin. DÎMEN HEYE   *Nûçegîhana me Derya Ren a li Girtîgeha Jinan a Amedê girtiye binpêkirinên mafan vegot û diyar kir ku lêgerîna tazî ya Wezareta Dadê jî erê kiriye, di bin navê ‘lêgerîna berfireh’ de tê rewakirin û li dijî binpêkirina mafan banga hestiyariyê li rayagiştî kir.   *Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî ya ku êrişên TSK'ê yên li ser Rojavayê Kurdistanê nirxand banga tevlîbûna çalakiya girseyî ya wê li Qoserê bê lidarxistin, kir û wiha got:"Li dijî sûcên mirovahiyê divê cîhan dengê xwe bilind bike. Em ê tu carî Rojava bi tenê nehêlin. Heta êriş bi dawî bibin wê têkoşîna me dewam bike." DÎMEN HEYE   *Hevseroka Partiya Sûriya Pêşeroj a Meclisa Helebê Xalîde Ebdo di salvegera 4'emîn a şehadeta Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef de wiha got:"Şehîd Hevrîn bi têkoşîna xwe daxwaza azadkirina tevahî jinên li Sûriyeyê kir. Her wiha ji bo jin cihê xwe di qadên siyasî de jî bigirin têkoşîna xwe da dewamkirin." DÎMEN HEYE