Li Artvînê tundiya mêr: Du jin hatin qetilkirin 2023-10-11 21:46:47   ARTVÎN - Li navçeya Şaşvat a Artvînê mêrê bi navê S.Y, Hukmiye Çîmen û Leyla Yilmaz bi çekê qetil kir.   Li  Şavşat a Artvînê mêrê bi navê S.Y,  xwişk û birayên hev yên bi navê Hukmiye Çîmen, Leyla Yilmaz û  Turgut Demîrpehlîvan qetil kir. Ekîbên hatin cihê bûyerê kontrol kirin. Di kontrolê de hat dîtin ku Hukmiye, Leyla û Turgut jiyana xwe ji dest dane. Gumanbar S.Y hatin binçavkirin û cenaze jî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.