Li Mêrdînê cerdevanekî jinek qetil kir 2023-10-11 16:30:43       MÊRDÎN - Li gundê Xirbetawê yê Mehsertê cerdevanê bi navê Îsmaîl Yildirim jina pê re hatibû zewicandin Zehra Yildirim qetil kir.    Li gundê Xirbetawê yê bi ser navçeya Mehserta Mêrdînê ve cerdevanê bi navê Îsmaîl Yildirim ê ku li gel jina pê re hatibû zewicandin Zehra Yildirim nîqaş kir, bi çekê ew qetil kir.  Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, bûyer duh pêk hatiye û leşkerên ku çûne cihê bûyerê cerdevan kirine binçavan. Cenaze jî ji bo otopsiyê rakirine nexweşxaneyê û paşê radestî malbatê hatiye kirin.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.