Daxwaza rawestandina darizandina Halîde Turkoglu hat redkirin 2023-10-11 14:45:04     AMED - Daxwaza rawestandina darizandina parlamentera Partiya Çep a Kesk Halîde Turkoglu a ji ber ku parlamenter e hat redkirin.   Ji ber endamtiya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin û Kongreya Jinên Azad (KJA), bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglû hatibû vekirin. Danişîna nû ya dozê hate lidarxistin. Doz, di sala 2017’an de hate vekirin û piştî ku biryara cezayê 6 sal û 3 mehan hate xerakirin, doz careke din li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate lidarxistin. Halîde tevli danişînê nebû lê parêzerê wê Mehdî Ozdemîr di dozê de amade bû.    Mehdî, da zanîn ku miwekîla wî di hilbijartinên sala 2023’yan de parlamenter hatiye hilbijartin û parêzbendiya wê heye û xwest ku darizandina wê bê rawestandin. Bi domdarî Mehdî got ku ji ber biryara qedexeya derketina derveyî welat, miwekîla wî nikare di çarçoveya xebatên qanûnsaziyê de biçe derveyî welat û xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat û kontrola edlî bên betalkirin.    Şandeya dadgehê daxwaza rawestandina darizandinê û kontrola edlî red kir. Dadgehê biryar da ku ji bo were zanîn bê ka Halîde parlamenter e yan na, ji Meclisê re nivîs were nivîsandin û xwe li benda bersiva wê bigirin.    Danişîna dozê taloqî 6’ê Kanûnê hate kirin.