CPT: Tu nêzîkatiyeke erênî ya Tirkiyeyê nîne 2023-10-11 09:06:27     Melek Avci   ENQERE - Heyeta Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Kesk ku bi rayedarên CPT’yê yên Tirkiyeyê re der barê tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hevdîtin pêk anî, bersiva “Mixabin em nikarin ji Tirkiyeyê nêzîkatiyeke erênî bibînin.”   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji sala 1999'an û vir ve ku bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve ji Abdullah Ocalan û Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên li Îmraliyê tên girtin tu agahî nayê girtin. Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan ku herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anîbû, hem li qada navneteweyî hem jî li Tirkiyeyê bi hezaran serlêdan hatin kirin. Ji ber serlêdanan bersiv nayê dayîn, hevdîtin bi "cezayên dîsîplînê" tên astengkirin. Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ragihand ku li gel hemû pirs, çalakî û israran ew di îlona 2022’yan de çûn Girava Îmraliyê û eşkere nekir ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye yan na.   Rapora der barê serdanê de di civîna lijneya giştî ya 110’emîn a ku di navbera 6-10’ê Adarê de li Strasboûrgê pêk hat ji aliyê komîteyê ve hat qebûlkirin. CPT'yê rapora xwe ya 32'yemîn a Giştî ya di navbera 1'ê Çile û 31'ê Kanûna 2022'yan de weşand. CPT’ê di raporê de diyar kir ku serdana Girtîgeha Îmraliyê kiriye, CPT’ê têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim agahî negirt. Di raporê de hat ragihandin ku CPT di sala 2022'yan de 16 serdan (bi giştî 140 roj) li welatên endamên Konseya Ewropayê pêk aniye, 7 serdanên perîyodîk û 9 serdanên "ad hoc (serdanên taybet ên di bernameyê de nînin)" pêk hatine.   Her çendî gotina wan a çûyîna Îmraliyê girîng bû jî, lê nedana daxuyaniya wan a derbarê vê rapora serdana awarte de, negot ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye, hem di nav Gelê Kurd û hem jî parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî de bertek nîşan da. CPT ku di destpêka meha adarê de rapor qebûl kir û şand Tirkiyeyê, der barê eşkerekirina raporê û parvekirina agahiyan de bal kişand ser rayedarên Tirk.   Duh, dema ku çalakiyên komploya 9’ê Cotmehê li Konseya Ewropayê û 74 welatan dewam dikin, parlamenterên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk û Partiya Çep a Kesk, Endamê Konseya Ewropayê Berdan Ozturk, HDP'ê Ewropa Heyeta ku di nav de Nûnerê Konseya Ewropayê Fayik Yagîzay jî hebû, bi CPT'yê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de hat dîtin ku rayedarên  Tirkiyeyê yên CPT'yê dişopînin rewşeke ji hevdîtinên berê derneketine holê. Hate diyarkirin ku CPT’ê dubare kir ku divê Tirkiye ji bo parvekirina raporê erê bike û got:“Ji bo rakirina tecrîdê em bi rayedarên din ên Konseya Ewropayê re jî hevdîtinan dikin. Em ji bo vê dixebitin û di nava diyalogê de ne. "Mixabin em nikarin di derbarê parvekirina raporê û tecrîdê de nêzîkatiyeke erênî ya Tirkiyeyê bibînin."