ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-11 09:00:00     * Berdevka PYD’ê Sema Begdaş, têkildarî êrişên hevpar ên Tirkiye-PDK’ê got: “Dema em li damezrandina Komara Tirkiyeyê dinêrin, li ser esasê tunekirina Gelê Kurd hatiye avakirin. Lê belê tevî ku ew qas planan çêkir jî, dît ku nikare vê yekê pêk bîne. Pêwîstî bi yekitiya hêzên kurd heye. Hebûna Gelê Kurd û destkeftiyên kurdan di nava xeteriyeke mezin de ye."   *Jinên li Helebê bal kişandin ser girîngî û taybetmendiya Jineolojiyê û wiha gotin:"Her ku em xwe û xebata xwe bi pêş bixin û di nava civakan de belav bikin ewqas em ê bikaribin azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin. Em hemî qadên Jineolojiyê bidin pênasekirin. Em bi Jineolojiyê re stratejiyek xurt ava bikin. Em wiha bikin em ê bikaribin azadiya Rêbertî jî mîsoger bikin." DÎMEN HEYE   *Endama Komeleya Civaka Bajarên Berxwedêr Zozan Ozgokçe, diyar kir ku li Wanê tabelaya daristanê heye lê belê daristan tuneye û wiha bal kişand ser wêrankirina xwezayê ya ku dibe sedema kerasetan û got: "Li dijî qeyrana avhewayî û qirkirina ekolojiyê tu çareserî û tedbîr tuneye." BI DÎMEN    *Jinan bal kişandin ser êrîşên li hember destkeftiyên jinan ku bi vekirina meclîsê re zêde bûn û diyar kirin ku wê li dijî êrîşan rêxistinbûna jinan li meclîs û kolanê bidomînin. Jinan wiha got: “Em ê gotina xwe li her derê bikin yek. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.” DÎMEN HEYE   * Heyeta Têkiliyên Derve ya Partiya Çep a Kesk ku bi rayedarên CPT’yê yên Tirkiyeyê re der barê tecrîda mutleq a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de hevdîtin pêk anî, bersiva “Mixabin em nikarin ji Tirkiyeyê nêzîkatiyeke erênî bibînin.”