‘Me komkujî ji bîr nekiriye, em kujeran nas dikin’ 2023-10-10 23:18:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Di bîranên ji bo kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya li Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, wiha hat gotin: "Em kujeran nas dikin, em ê jibîr nekin."    Li gelek bajaran têkildarî Komkujiya 10'ê Cotmehê ya Gara Enqereyê daxuyanî hatin dayîn.    Wan   Kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan li Wanê hatin bibîranîn. Daxuyanî li ber Perîhan AVM'yê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "10'ê Cotmehê ji bîr neke, nede jibîrkirin" û "Kujeran neparêze, sûcdaran bidarêze" hatin berzkirin. Piştî daxuyaniyê li avahiya KESK'ê pêşangeha wêneyan a 10'ê Cotmehê hat llidarxistin. Li Hêwana Azîz Vûral a KESK'ê sînevîzyona der barê komkujiyê hat nîşandan.