Li Osloyê ji bo aktîvîsta KJAR'ê çalakî 2023-10-10 10:25:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo aktîvîsta kurd Ciwana Sine ku ji aliyê hêzên Îranê ve hate revandin, li Osloyê li pêşiya Konsolosxaneya Îranê çalakî hate lidarxistin.   Çalakiya li pêşiya Konsolosxaneya Îranê ya li Osloyê ji aliyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Komîteya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ve hate lidarxistin.   Komîteya Norwêcê ya KJAR'ê di çalakiyê de daxuyaniyek da û bi bîr xist ku hêzên dewleta Îranê aktîvîst Ciwana Sine meha tîrmehê revand û hîn jî ew bi aqûbeta wê nizanin.   KJAR'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Endama KJAR'ê Werîşe Mûradî bi nasnav Ciwana Sine ku li Rojhilatê Kurdistanê karê me yê rêxistina siyasî dimeşîne, li nêzî Sine hate revandin û agahî jê nayê wergirtin.   Malbata wê piştî revandina Werîşe Mûradî kete nava hemû hewldanan, lê belê hîn jî agahî bi dest nexistiye, bi aqûbeta wê nizane. Vê yekê fikarên malbatê û rêxistina me zêde kiriye."   Nûnerê Ewropayê yê Tevgera Azad Omer Amîn jî ragihand ku Ciwana Sine ji aliyê îstîxbarata Îranê û sîxurên Muxafizên Şoreşê ve hatiye revandin û got, "Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana vê hevala me ya şoreşger berpirsyar e. Divê tavilê bê berdan."   Di çalakiyê de tevî pankarta bi nivîsa "Jin, Jiyan, Azadî", posterên Zeynep Celaliyan û Ciwana Sine yên dîlgirtî hatin hildan.   Çalakî bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.