Çalakiyên li dijî komploya navneteweyî yên li Rojava 2023-10-09 16:49:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.    Şêniyên navçeya Minbic, Kobanê, Dirbêsiyê, bajarê Hesekê li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan (9'ê Cotmeha 1998) û êrişa dagirkeriyê ya li dijî bajarên Serêkaniyê û Girê Spî (9'ê Cotmeha 2019) bi dirûşmeya “Bi yekîtiya gelan em ê êrişên faşîzma Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin” du meşên cuda li dar xistin.   Dirbêsiyê   Girseya gel li pêşiya Mizgefta Hec Sultan kom bûn û ber bi sûka navendî ya navçeyê ve meşiyan. Meşvanan wêneyên Abdullah Ocalan rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana wî berz kirin.   Li sûka navendî, piştî rêzgirtinê endama Rêveberiya Kongra Star a navçeyê Danyal Şêxî axivî. Danyal komplo û êrişa dagirkeriyê ya dijî Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir û got: “Dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê û hedefgirtina binesaziyê, berdewama komploya navneteweyî ya dijî Rêbertî ye.”   Endamê rêveberiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) Îmad Biro jî behsa sedem û armancên komploya navneteweyî kir: “Rêber Abdullah Ocalan desthilatdarî û koletî qebûl nekir, lewma komplo dijî wî pêk anîn. Bi komployê xwestin Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê tune bikin û gel qir bikin. Lê belê berxwedana Rêber Apo hemû plan vala derxistin. Çiqas plan dijî me werin çêkirin jî, em ê li ser soza ku me daye Rêber Abdullah Ocalan û şehîdan bimînin.”   Hesekê   Meşa li bajarê Hesekê jî ji Çarxerêya Sebax a taxa Mişêrfê dest pê kir û heta Çarxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer berdewam kir. Di meşê de pankertên bi nivîsên “Bi yekîtiya gelan em ê êrişên faşîzma Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin” û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin.   Meş li Çarxerêya Sînalko veguherî mitîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şêraz Hemo komplo şermezar kir û bi bîr xist ku armanca komployê şikandina vîna gelan e, têkbirina projeya demokratîk, tunekirina nasnameya Kurd û jihevxistina yekîtiya pêkhateyên herêmê bû.   Şêraz got: “Hêzên navneteweyî jî baş dizanin ku gelên xwe li gorî fikrên Rêber Apo bi rêxistin kirine, tu hêz nikare berxwedana wan têk bibe. Tu êriş û komplo nikarin tevna civakî ya xurt a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xira bikin. Berxwedana me deh qatan zêdetir dibe.”   Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso jî destnîşan kir ku ruxmî hemû astengiyên ku Abdullah Ocalan li îmraliyê pê re rû bi rû dimîne jî, lê belê berxwedana wî ya ji bo rizgarkirina gelên bindest û hemû pêkhateyan qels nebûye û got: “Hemû êriş û komployên dijmin dijî em dimeşîne, dê berxwedana me qels nekin. Êrişên dijminan me natirsînin, em ê heta têkbirina dagirkeriyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî li ber xwe bidin.”   Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelan û ya Abdullah Ocalan li hember êrişan bi dawî bû.   Li Minbic û Kobanê meşên li dijî komployê   Beşdarên meşên li Kobanê û Minbicê soza domandina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û rizgarkirina herêmên dagirkirî da û gotin êrişên li dijî herêmê berdewama Komploya Navneteweyî ne.   Kobanê   Şêniyên herêma Firatê û bajarê Minbicê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, xwepêşandanên li dar xistin.   Xwepêşandana li Kobanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd rawestiya. Li qadê cîgira Hevserokatiya Herêma Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got: “26 sal e komplo li dar e. Xeyal dikin ku bigihêjin armancên xwe, lê ew şaş in.”   Mizgîn wiha domand: “Bi saya Rêbertî, jinan xwe nas kir û li hember zîhniyeta baviksalar li ber xwe da.”   Mizgîn teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir.   Her wiha serokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Ferhan Hec Îsa axivî û got: “Berxwedana ku Rêberê me li hember tecrîdê dimeşîne, dîrokî ye.”   Hec Îsa got serkeftin nêz e, ji ber ku li paş Abdullah Ocalan gelek serhildêr hene û berxwedan ji xwe re kiriye bingeh.   Minbic   Li Minbicê jî, xwepêşandanê ji Çerxerêya El Mîzan dest pê kir. Xwepêşandêr heta Çerxerêya El Delê meşiyan. Li wir hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Sîham Hemo axivî û got: “Sala 1998'an komplo li dijî rêber û fîlozof Abdullah Ocalan pêk hat. Dewleta Tirk û hêzên komploger, fikirîn ku dê fikrên wî tune bikin. Lê belê ew bi bin ketin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan bi fikr û felsefeya xwe dîwarên Îmraliyê şikandin û gihaşt seranserî cîhanê.”   Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab El Ebûd axivî û got QSD hêz û vîna xwe ji gelê herêmê digire û dê li hember teror û dagirkeriyê bi ser keve.   Ezab diyar kir ku dê axa dagirkirî bê rizgarkirin û komployên dagirkeriyê têk biçin.   Endamê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, Ednan Xelîfe jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan li dû xwe rêveber gihandin ku dikarin li ser şopa wî bimeşin û got: “Divê em dengê xwe bilind bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.”