‘Çareserî Îmralî ye’ 2023-10-09 16:07:48       AMED - Li Amedê komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK Abdullah Ocalan, ligel êriş û zexdan tê şermezarkirin.    Di salvegera Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi dirûşma “Ji birêz Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” li Parka Koşuyolû a Amedê hevdîtin pêk hat û daxûyanî hat dayîn.   ‘Li gel astengî û qedexekirina meş hat lidarxistin’   Polîs girse ji hev qetand û dorpeç kir. Piştî dorpeçkirinê Ji 50 zêdetir kes hatin binçavkirin. Parlamenter û girse li dijî astengiyan ji Parka Koşuyoluyê heta ber avahiya Partiya Demokratîk a Gel (HDP) meşiyan û li ber derîyê avahiyê daxuyanî dan.   ‘Bijî serok Apo’   Her wiha li kolanên Rêzan a Amedê jî ciwanan meş li dar xistin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan û bijî Serok Apo” berz kirin. Polîsan êriş bir ser girseyê û heta niha li wê jî 40 kes hatin binçavkirin.   ‘Çareserî Îmrali ye’   Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Omer Ocalan tecrîd û êrişên ku pêk hatî şermezar kirin û got: "Îşkenceya li hemberî gelê Kurd berdewam dike. Em ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan hatin gel hev. Polîs wek her demê îro jî tundiyê li me dike. Îro malbata Ocalan û parezerên wî nikarin hevdîtînê bikin. Em vê yekê qebûl nakin û ji bo vê îro hatin gel hev. Rêya çaresereriyê di Îmraliyê re derbas dibe."   ’Zêdeyî 50 kesî hatin binçavkirin’   Polîs êrîş li girseyê kir û heta niha ji 50 zêdetir kes binçav kirin. Di heman deme de jî rojnamegerên ku dîmenên binçavkirin û êrîşan girtin asteng kirin.    Girse û parlamenter heta avahiya HDP’ê meşiyan û li ber deriyê avahiyê daxuyanî dan. Di Daxuyaniyê de Hevserokê Giştî ya DBP’ê û Parlamenterê Partiya Çep ê Êlihê Keskîn Bayındır axîvî.   ‘Paradîgmaya brêz Ocalan çareseriya Rojhilata Navîn e’   Keskîn diyar kir ku îro ji bo komploya navneteweyiya li ser rêberê PKK’e Abdullah Ocalan pêk hat protesto bikin hatine gel he û  anî ziman ku ji şeveqê heta niha gelek tûndî û îşkence li girseyê hat kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Tirkiyeyê li ser brêz Ocalan tecrîd heye. Sekna brêz Ocalan sekneke ji bo aşitiya Rojhilata Navîn e. Em vê tecrîda ku belavî her derê Kurdistanê bûye qebûl nakin. Em wek gelen kurd bangawazî li hemû gelan dikin. Divê seknek bê dayîn. Li her derê Rojhilata Navîn di bin şer de ye. Lê belê çareseriya vê yeke heye. Ev jî paradigmaya brêz Ocalan e. Heger em li Rojhilata Navîn çareseriyêk dixwazin, pêwîste ku em li dijî têcrîdê têbikoşin. Tecrîd kûrbûna şer e û ev jî bi destê AKP-MHP’ê tê kirine. Em ê heta ku ev tecrîd li ser brêz Ocalan rabe û aşitî pêk bê têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji bo aşitiyê tenê rêyek heye ev jî jiyana hevpar e. Ev rê jî bidawîkirina tecrîdê de derbas dibe. Tirkiye zivrînek dîrokî de ye û heger rêya çareseriyê venebe, wê li her awayî di bin qeyraneke kûr de be. Em ê tu carî paş de gav navêjin. Em çareseriyê jî nîşan didin û dibêjin çareserî Îmralî ye.”   Keskîn di dawiya axaftina xwe de spasî li çapemeniyê kir û diyar kir çapemenî jî bi gelek zext û astengiyan re rû bi rû ma.