Komplo li Helebê hat şermezarkirin 2023-10-09 14:40:26     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan şêniyên Helebê li dijî komploya navneteweyî ya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan.   Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê kom bûn û li dijî komploya navneteweyî dest bi meşê kir.   Di meşê de wêneyên Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Bi îrade û berxwedanê em ê komploya li dijî Rêber Apo têk bibin” û “Bimire komployên navneteweyî, îxaneta Barzaniyan, Bijî berxwedana Gerîla” hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin hildan.   Meş li Qada Cebenat a li rojhilatê taxê rawestiya û li wir piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.   Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo axivî û bal kişand ser berxwedana Abdullah Ocalan li Îmraliyê û got: “Rêbertî gelek fedakarî ji bo gel nîşan dan û ji bo azadkirina wan hewl da, dagirkerî û tunekirina nasnameyê ku dewletên kapîtalîst li gelan ferz kiribûn, red kirin. Lewma divê em ranewestin û her li qadên têkoşînê bin. Divê em li ser feraseta Berxwedan Jiyan e ya şehîd Mazlûm Dogan bimeşin.”   Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Zeyneb Hebeş jî behsa komploya 9'ê Cotmehê kir û ev tişt gotin: “Îro salvegera 25'an a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî ye, ku bi derketina wî ya ji Sûriyeyê dest pê kir. Rêbertî 24 salan li Sûriyeyê ma, lê têkoşîn da û xelkê wê perwerde û birêxistin kir. Rêbertî li hember projeyên pergalên desthilatdar, projeya xwişk û biratiyê û jiyana hevbeş pêşkêş kir.”   Zeyneb bang li gelên azadîxwaz û rêxistinên hiqûqî kir ku li hember komployê helwesteke zelal nîşan bidin û zextê li dewleta tirk bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.   Çalakî bi dirûşmeyên mîna “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.