Xelata Nobelê ya Aboriyê dan Claudia Goldin 2023-10-09 14:23:23     NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Nobelê ya dawîn ku ya aboriyê ye, ji ber xebata li ser cihê jinan di piyaseya hêza kar de, dan profesora Zanîngehê Harvardê Claudia Goldin.   Sekreterê Giştî yê Akademiya Zanistan a Swêdê Hans Ellegren bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber xebata xwe ya li ser cihê jinan di piyaseya hêza kar de, xelat dane profesora Zanîngeha Harvardê Claudia Goldin a Emerîkayî.   Sala 2021’ê ji ber xebatên ku li ser aboriyê kirine xelat dan Davîd Card, Joshua D. Angrist û Guido W. Imbens.   Bi dayîna vê xaletê sezona Nobelê ya sala 2023’yan jî dawî lê hat. Hefteya çûyî xelata Nobelê ya Aştiyê aktîvîsta Îranî Narges Mihemedî û ya wêjeyî jî dan nivîskarê Norwecî Jon Fosse.