Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava dewam dikin 2023-10-09 10:17:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên jiyanê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.   Êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên jiyanê û binesaziya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Êrişên ku doh êvarê hatin kirin bi vî rengî ne:   Dêrik   Balafirên şer ên dewleta tirk bombe li navenda asayîşê ya li gundê Koçeratê ya li navçeya Dêrikê barandin. Gelek kes birîndar bûn. Ji bo birîndarên rakirin nexweşxaneyê anonsa lezgîn a ji bo xwînê hate kirin.   Balafirên şer her wiha bombe li bîreke petrolê ya li gundê Teqil Beqil ê li navçeya Dêrikê barandin.   Eyn Îsa   Artêşa tirk bombe li navenda navçeya Eyhn Îsayê û rêya bejahî ya M4 barand.   Tırbespiyê   Balafirên şer ên dewleta tirk bombe li stasyona gazê ya Ewda û Girdahol a li rojhilatê Tirbespiyê barand. Li stasyona gazê ya Ewdayê Wasil Hesel El Mihemed ê 60 salî birîndar bû.   Til Temir   Gundên Til Tawil, Tawîlê û Gozeliyê yên li rojavayê Til Temirê, her wiha gundê Dirdara yê li bakurê navçeyê bi çekên giran hatin bombekirin.   Kobanê   Dewleta tirk gundên Til Şiîr û Xurxurî yên li rojavayê Kobanê, gundên Goran û Xerbîsan ên li rojhilatê bajêr bi çekên giran bombe kir.   Minbic   Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku dewleta tirk bombe li gundên Seyade û El Cat ên li bakurê Minbicê barand.   Şehba   Dewleta tirk û komên girêdayî wê navçeya Til Rifet, gundên Şêx Îsa, Eyn Deqnê û Belûniyê yên herêma Şehbayê û Balafirgeha Minixê bombe kir.   Amûdê   Gundên Çoldara, Hermî û Şêxo yên navçeya Amûdê hatin bombekirin.   Hesekê   Artêşa tirk û komên wê li navçeya Zirganê ya Hesekê, gundên Til Hirmil, Esediye, Mişêrfe, Zorava, Til Cehan, Rotan, Zigran û Rabîatê bombe kirin.