ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-09 09:00:00     * Rêvebera KASED'ê Salîha Ayata polîtîkayên şerê taybet û êrîşên li ser çanda Kurdan nirxand.  Salîha  got, “Kurd ne bê alterantîf in. Gelek sazî, akademiyên çand û hunerê yên kurdan hene. Li her derê, li dibistanê û li derve Kurd hene û dikarin bi Kurdî biaxivin. DÎMEN HEYE   *Li dijî Komploya 9`ê Cotmehê sazî û dezgehên jin çalakiya konvedanê li dar xistin û komploya 9`ê cotmehê şermezar kirin. Jinan got, "Dewleta Tirk bi êrîşan diwaze em ji ramanên Rêberê PKK`ê Abdullah Ocelan dûr bikevin.  Lê em ê  bi têkoşîna xwe dagirkerîyê têk bibin û azadiya rêberê xwe misoger bikin." DÎMEN HEYE   * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 9’ê cotmeha 1998’an de bi komploya navnetweyî ji Sûriyeyê derket û komplo ket 25 saliya xwe. Komplo her çiqas ji aliyê Abdullah Ocalan û bi sekna gelê Kurd vala bê derxistin jî tecrîda giran a li Îmraliyê didome.   *Parêzer Senem Doganoglu der barê dosya komkujiya Enqereyê de nirxandin kir û  da zanîn ku di 8’emîn salvegera komkujiyê de jî hîna der barê gumanbaran de delîl nehatine komkirin û delîlên heyî jî di odeyên hatine terkirin de ne. DÎMEN HEYE