Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş hatin şermezarkirin 2023-10-08 21:04:55     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî êrişên Tirkiyeyê berdewam dikin. Di çalakiyan de hate gotin, gelên herêmê dê li hemberî êrişan bisekinin û bi yekitiya xwe planên dagirkeriyê têk bibin. Her wiha bang li tevahî Kurdistaniyan hate kirin ku pişgiriyê bide gelê herêmê.   Li herêmên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê çalakiyên li dijî êrişên Tirkiyeyê berdewam bikin.   Qamişlo   Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê çalakiyek li ber avahiya Komîseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişloyê li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Qamişloyê, gund û bajarokên girêdayî wê beşdarî çalakiyê bûn, her wiha xwendekarên dibistanan, endamên saziyên sivîl, tevgerên jin û ciwanan û partiyên siyasî yên li herêmê amade bûn.   Endamê Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Mahsûm Hesen axivî, xîtabî Neteweyên Yekbûyî kir û got: ′′Em pêkhateyên vî bajarî di cara hezarî de li ber nivîsgeha we disekinin û bang li we dikin ku piştgiriyê bidin gelê mezlum û têkoşer. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi ewle û aram dijî û berdêlên giranbuha dan. Lê êrişên dewleta Tir ewlehî û istiqrara me têk dibin, bi taybetî êrişên çend rojên dawîn ku mîna wan di dîrokê de çênebûne. Dê gelên herêmê bi yekitiya xwe li hemberî vê pêvajoyê bisekine, saziyên xwe yên parastinê xurt bike û binsaziya xwe ji nû ve ava bike. Divê  Kurdistanî piştgiriyê bidin Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.” Piştre şandeyek ji însiyatîfê û rûspiyên eşîran derbasî avahiya komîseriyê bûn û nameya gelên herêmê ya li dijî êrişan gihande wê. Endama Însiyatîfa Gel a Herêma Cizîrê Munîca Heyder diyar kir ku wan name ji aliyên têkildar re şandin.   Heleb   Meclis û nivîsgehên Jinên Oldar a Kongreya Îslama Demokratîk ên li Heleb, Qamişlo, Tebqa, Reqa, Til Temir û Kobanê daxuyaniyek hevbeş da. Daxuyaniya li ber avahiya kongreyê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jina Oldar Nesrîn Îbrahîm ve hat xwendin. Daxuyaniya li Qamişloyê ji aliyê endama kongreyê Îman Ebdulhadîn ve, daxuyaniya li Kobanê jî ji aliyê hevseroka Saziya Olî ya Herêma Firatê Sîham Osman ve hat xwendin, her wiha daxuyaniya li navçeya Til Temirê ya kanotna Hesekê ji aliyê rêvebera Saziya Olî ya Jinan Gulnaz Osman ve hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tirkiye  hewl dide tirs û terorê belav bike û bi hedefkirina binsaziya herêmê dixwaze gel birçî bike û bikuje.   Di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên jinan ên xwecih û cîhanî hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û piştgiriyê bidin gelê Sûriyeyê.   Eyn Îsa   Kongra Star a kantona Girê Spî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên navçeyê û koçberên kantona Girê Spî ji aliyê rêvebera kongrê Letîfa Şihade ve hat xwendin.   Kongra Star di daxuyaniyê de bi bîr xist ku di êrişa Tirkiyeyê ya li gundewarê Eyn Îsayê de jina bi navê Emşa Hîlal El Begar (65) jiyana xwe ji dest da û hevjînê wê Mihemed Xelef El Elî (70) birîndar bû.   Teqba   Rêxistina Civaka Sivîl a Tebqayê jî daxuyanî da û hevserokê rêxistinê Elûş El Xidir daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hate gotin: "Terora dewleta Tirk careke din komkujiyên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ewle û tijîe niştecihên ji tevahî bajarên Sûriyeyê pêk tîne, lê hêzên navneteweyî tu helwestî nadin.′′   Minbic   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî bi daxuyaniyekê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin. Endama meclisê Riwêda Hinêzil daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku sûcên Tirkiyeyê dighêjin asta sûcên şer. Her wiha hate gotin, armanc ji van êrişan zindîkirina çeteyên DAIŞ′ê, qirkirina etnîkî û guhertina demogafî ye.   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê diyar kir ku ew ê têkoşînê xurt bikin ta aştî û ewlehî li tevahî Sûriyeyê pêk were û bang  hêzên demokratîk ên cîhanê kir ku li dijî êrişên qirkirinê yên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Reqa   Li Reqayê jî Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, Tirkiye jiyana hevbeş a di navbera Kurd, Ereb, Asur û Suryan dike hedef.   Partiyê li dijî planên dewleta Tirkiyeyê banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.