‘Tu aliyê mafdar yê şerê ku ahlaqê xwe winda kiriye tûneye' 2023-10-08 19:36:54     NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê der barê pevçûnên navbera Israîl û Fîlîstanê de daxuyanî da û got: “Tu aliyê mafdar yê şerê ku ahlaqê xwe winda kiriye tûneye. Em vî şerê ku hatiye plankirin yê hegemonan qebûl nakin. Em şerekî ku jin, zarok, kal û pîran jibîr dike qebûl nakin.”   Tevgera Jinên Azad (TJA) der barê şerê navber aFîLîstîn û Israîlê de daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Mîrateya erdnîgariya Rojhilat Navîn ji bo mirovahiyê pir girînge. Îro navbera Israîl û Fîlîstanê d epevçûnek tê jiyîn. Rastiyeke ku ahlaqê şer têk çûye dertê holê. Di çapemeniyên civakê de derket holê ku bedena jinê tê teşhîrkirin û di esasê de ev têkçûna ahlaqe.  Aliyên şer ku divê li gorî rêbazê şer tevbigerin, mixabin îro tablya derketiye holê berovajî vê nîşan dide.”   Em şerê hegemonan qebûl nakin   Di dawiya daxuyaniyê de wiha gotin: “Tu aliyê mafdar yê şerê ku ahlaqê xwe winda kiriye tûneye. Em vî şerê ku hatiye plankirin yê hegemonan qebûl nakin. Em şerekî ku jin, zarok, kal û pîran jibîr dike qebûl nakin.”