Înîsiyatîfa Nûn: Têkoşîna me ji bo azadiya Ocalan didome 2023-10-08 13:02:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Nûn ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan da xuyakirin ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike û got, "Em bêdengiya CPT, Konseya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin."   Înîsiyatîfa Nûn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan, bi boneya 25'emîn salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê civaka navneteweyî, sazî, rêxistin û rêxistinên mafên mirovan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi erka xwe rabin û wiha hat gotin: "Komploya navneteweyî ya ku zêdeyî 25 sal berê dest pê kir, ji tirsa hêzên sermayedar a ji projeya Rêber Ocalan wêdetir tiştekî nîn e.”   'Ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar ma'   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku saziyên îstîxbaratê yên gelek welatên navneteweyî bi taybetî Tirkiye, Îsraîl û Amerîka beşdarî vê komployê bûne û wiha hat gotin: “Rûsya di pêkanîna komployê de roleke sereke lîst. Rêber Ocalan ku di encama komployê de ji Kenyayê hat dîlgirtin, bêyî darizandineke adîl di girtîgehên Tirkiyeyê de ma û ji mafên xwe yên herî bingehîn bêpar ma."   'Fikra jiyana azad hêvî da hemû jinan'   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îro ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û naskirina mafên wî yên rewa têkoşîna gelan ji aliyê hemû pêkhateyan ve tê meşandin û wiha hat berdewamkirin: “Tevî bi salan binpêkirinên li ser Rêber Ocalan tên kirin jî, fikra wî hîna belav dibe. Fikra jiyana azad a jinan hêviyek da hemû jinan. Em dibînin ku jinên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û gelek jinên din li ser pirsgirêkên jinan fikrên Rêber Ocalan qebûl kirine. Em girîngiyê didin rola jinan a di têkoşînê de. Jin heta ku Rêber Abdullah Ocalan ji zindanên faşîst rizgar bikin divê têkoşîna xwe mezin bikin. Em bêdengiya Komîteya Li Dijî Îşkenceyê, Konseya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan şermezar dikin. Bêdengî tê wateya hevpariya binpêkirin û îşkenceya li ser Rêber Ocalan. Tişta ku li Girtîgeha Îmraliyê diqewime divê bi lezgîn bê ronîkirin û tecrîda ne hiqûqî bê şikandin."