Ji kesên li Berwariyê hatin binçavkirin Nazmiye hat girtin 2023-10-08 12:46:33     SÊRT - Li berwariyê ji 3 kesên ku hatin binçavkirin Nazmiye Guzel, piştî derxistin dadgehê bi îdaya "endam rêxistinê ye" hat giritn.   Di 6’ê Cotmehê danê de li navçeya Berwarî ya Sêrtê di serdegirtina malan de Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya  Sîdik Yilmaz, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk yê Navçeya Berwarî  Habeş Guzel û Hevseroka berê ya Navçeyê Nazmiye Guzel hatin binçavkirin.   Sıdik Yilmaz û Habeş Guzel ên ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya wan li Midûriyeta Polîsan a Sêrtê hatin  serbest hatin berdan, Nazmiye Guzel jî ji aliyê dadgehê ve hat girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Tîpa M ya Êlihê.