Şêniyên Mexmûrê li dijî êrîşan meşiyan 2023-10-08 12:35:46     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê duh bi şev piştî êrîşa dewleta Tirk, meşiyan.    Duh bi şev li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di saet 19:05’an de balefirek bê mirov û bi çek a dewleta Tirk mizgeftek bombebaran kir û di encamê de jinek û du zarok birîndar bûn, her wiha gelek zarok ji bombebaranê bandor bûn. Xelkê wargehê piştî êrîşê dest bi meşeke girseyî kirin. Şêniyên Mexmûrê ji heft salî heta heftê salî bi awayekî girseyî heta seytereya ketina wargehê meşiyan. Xelkê wargehê ji aliyê hêzên Iraqê ve li seytereyê hatin rawestandin, li ser vê şandeyek ji wargehê li gel rayedarên hêzên Iraqê civiya. Piştî hevdîtinê rayedarê hêzên Iraqê ji gel re daxuyanî da.   Alîkarê Berpirsê Firqa 14’an diyar kir ku ew ji ber vê êrîşê gelek xemgînin û wiha got: “Ev êrîşa ku çêbûyî em şermezar dikin. Ev êrîşa ku hatiye kirin ji ber ku li ser sivîla ye, li ser jin, zarok û ciwanan e. Tişta herî nebaş jî dema ku destdirêjî li ol tê kirin, êrîşî ser Mizgeftan tê kirin. Li gorî ku me li wêneyan temaşekirîn, dema li Mizgeftê ketî Quran hatiye şewitandin û tiştên wê hatiye xirab kirin ev hemû jî li dijî ola Îslametiyê ye. Ez jî waqaîdê firqê me, me dengê we gihandiye yên ji me bilindtir û bi yên Bexdayê re axivîne. Niha dema ez dihatim di rê de telefonek ji Bexdayê hat ji min re, got ku bûyera ku li wargehê çêbûyî gihiştiye me. Wê sibe şandeyek ji Rêveberiya Bexdayê serdana wargehê bike. Ev êrîşên ku li wargehê çêbûyî ne mirovî ye û em weke hikumeta Iraqê vê yekê şermezar dikin. Hêviya me ji we heye ku hûn aram bin, em nahêlin tiştek bi we were. Em ê hemû daxwazên we ji wezîrê Bexdayê re bişînin. Ev noktayên me yên ku li derdora wargehê hemû jî ji bo parastina wargehê ne û em nahêlin ti zirar bigihije wargehê.”   Piştî axaftinê, meş bi dirûşman bi dawî bû.