Niqaşên li ser Destûra Bingehîn manşeta Kovara Jinê ne 2023-10-08 10:39:55     STENBOL - Hejmara 32'yan a Koavara Jinê bi manşeta, "Kesên çav bera mafên jinan didin nikarin Destûra Bingehîn çêbikin" derket.    Hejmara 32'an a Kovara Jinê ku her hefte derdikeve, vê hefteyê jî li pêşberî xwedevana ye. Kovarê di hejmara vê hefteyê de di manşeta xwe de cih daye nîqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû ya ku hikûmeta AKP-MHP'ê anîne rojevê û jin li dijî wê derketin.  Neslî Şahîner di vê hejmara ku bi sernavê "Yên ku mafên jinan diparêzin nikarin Destûra Bingehîn çêbikin" hat weşandin de, bi parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kayar re li ser têkoşîna jinê, Destûra Bingehîn a nû û hem jî li ser şîdeta li jinên kurd axiviye.    'Bêzarbûn tune, berxwedan heye!'   Oya Açan di nivîsa xwe ya bi sernavê, "Bêzarbûn tune, berxwedan heye!" Li ser mezinbûn têkoşîna çîna karkeran û rola jinên kedkar di vê têkoşînê de vedibêje. Gotaa Crmen Dîaz a bi sernavê "Wateya avakirina mijareke polîtîk ya femînîst çi ye?" ji aliyê ekîba Kovara Jin ve hatiye wergerandin.   Hemû sernavên di vê hejara  kovarê de wiha ne:   *Destûra Bingehîn a nû dîzayna rejîma Talîbanê ye / Gotûbêja bi parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya re – Neslî Şahiner   *Bêzarbûn tune ye, berxwedan heye! / Oya Açan   *Wateya avakirina mijareke polîtîk ya femînîst çi ye? / Carmen Dîaz – Werger   *Hêvî / Ayşe Çelîk   Ji vê derê hûn dikarin xwe bigihînin hemû nivîsên di kovarê de.