‘Em ê sedsala 21’ê veguherin sedsala jinê’ 2023-10-08 09:03:30   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun diyar kir ku bi kampanya ku TJA’yê starta wê daye wê li hemû qadan xwe rêxistin bikin û got: “Bi vê kampanyayê wê jin gelek tiştî biser bixin. Wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê.”   Tevgera Jinên Azad’ın (TJA) bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" li Riha, Stenbol û Şirnexê starta kampanyayê da û wê kampanya heta 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bidome. Di çarçoveya vê kampanyayê de wê li hemû tax û gunda xebat bên meşandin û li dijî her cureyê tûndî û polîtîkayên şer rêxistinbûn bê kirin.   Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun, diyar kir ku bi kampanyayê wê destê xwe bidin gelek jinan û der barê naverok û armanca kampanyayê de nirxandin kir.   Berxwedana jinên bi têkoşînên mezin didome   Nesîbeyê da zanîn ku pêvajoya daweî de zextên li dijî têkoşîna jinê di asta herî jor de ne û li dijî vê di têkoşînê de cih digirin û wiha vegot: “Jin bi berxwedanek mezin têdikoşin. Di alî Kurdan de têkoşîneke ku sedsale tê dayîn heye. Lê em li têkoşîna 10 salên daweî dinêrin, jinên ku berê  nikaribûn ji malê derkevin bi tevgera azadiya jinê re daketin qadan û di têkoşînê de cih girtin.   Nesîbeyê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li dijî têkoşîna tê dayîn zextên pergalê dertên holê. Destdirêjî û tacîza li dijî jinan derket asta jor. Feshkirina Peymana Stenbolê, daxuyaniyên Diyanetê. Bi van re zextan xwe nîşan da. Çend roj berê li Wanê 6 çawîşên Pispor 2 jin tacîz kirin. Ev zext ne tenê li Wanê li her derê tên jiyîn. Fuhuş, hişbir, ji rêderxistn derkevin pêş. Ev zext bûn sedema derketina vê kampanyayê. Xebatên me bi şîara ‘rêxistinbûn û azadbûn’ bigihêje asta teşîrkirina polîtîkayên şerê taybet.”   Xebatên me wê bidomin   Nesîbeyê daxuyakirin ku di çarçoveya xebatên xwe de wê li mal, kolan û gundan xebatan bimeşînin û wiha vegot: “Em di sedsala 21’ê de ne. Em bi salane di têkoşîna jinê de ne. Newekheviya di civakê de pirsgirêka mezine. Em ê li her derê li dijî vê civînên xwe bikin û xwe bigihînin hemû jinan û hişmendiyê  biafirînin. Em ê jiyana kolektîf bihûnin.”   ‘Em ê xwedî li kampanyayê derkevin’   Nesîbeyê destnîşan kir ku wê bi kampanya dane destpêkirin sedsala 21’ê bikin sedsala jinê û wiha daweî lê anî: “Dewlet vê dizane û ji ber vê jî bi awayekî sistematik tûndiyê pêk tîne. Ji ber vê jî divê em xwedî li kampanyayê derkevin û rêxistinbûnê xurt bikin.”