ROJEVA 08'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-08 09:00:00     * Polîtîkayên çand û hunerê yên îktîdarê li gorî bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê diguhere. Medyaya alîgir jî wan polîtîkayên ku dijminatiya hilberîna çandî û hunerê dike vedişer e. MEDYA KRÎTÎK    *Mevlîde Gedîzmenler, bi hevjîn û du zarokên xwe re ji bo li kolanan cil û bergan nefiroşe, li Baglar a Amedê dukanek cilan vekir û bi vê dukanê debara xwe dike. BI DÎMEN    * Aktîvîsta TJA’yê Nesîbe Uygun diyar kir ku bi kampanya ku TJA’yê starta wê daye wê li hemû qadan xwe rêxistin bikin û got: “Bi vê kampanyayê wê jin gelek tiştî biser bixin. Wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê.” BI DÎMEN    *Rêvebira Arsîsa yê Nazê Avras, anî ziman ku li ser zimanê kurdî polîtîkayên bişaftinê berdewam dike û got: "Li dijî bişaftinê kursên nû dane destpêkirine. Ez bang li her kesî dikim ku tevlî kursan bibin û di jiyana rojane de kurdî biaxifin." BI DÎMEN    * Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku komploya navneteweyî ya dikeve 25 saliya xwe vala hatiye derxistin û got: “Divê Birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî azad be û fikra xwe bixwe ji civakê re îfade bike. Divê teza komara demokratîk bixwe ji mîlyonan re ragihîne û bike jiyanê.” BI DÎMEN    *Êrîşên li Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin.  Jinên Şirnexê ku êrîş şermezar kirin banga piştevaniyê kirin û gotin ku armanca êrîşan berjewendiyên gelê Kurd in.  DÎMEN HEYE