Mirovên Şemiyê hatin berdan 2023-10-07 18:12:11   STENBOL- Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 18 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û binçav kirin. 18 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: “Gulseren Yoleri, Ali Ocak, Cem Goncu, Davut Arslan, Dogan Ozkan, Fatma Akaltun, Hanife Yildiz, Hatice Onaran, Huseyin Aygul, Îkbal Eren, Îrfan Bilgin, Maside Ocak, Mikail Kirbayir, Mustafa Emin Buyukcoşkun, Newroz Ali Tosun, Oya Ersoy, Salim Derelioglu, Turker Demirci.”