Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê hat vekirin 2023-10-07 14:52:17     AMED - Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê hat vekirin. Di merasîma vekirina komeleyê de peyama "Gurbetellî Ersoz dê her daîm bibe seroka komeleyê."   Rojnamegerên jin ên li Çapemeniya Azad, Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) vekirin. Rojnameger, Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û rêveberên ÎHD'a Amedê, Partiya Çep a Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Komeleya Jinan a Rosa, Parlamentera Amedê ya Partiya Çep a Kesk Ceylan Akça û Adalet Kaya, rêxistinên sivîl û gelek jin tevlî merasîma vekirinê bûn.    Seroka MKG'ê Roza Metîna axaftina vekirinê kir û got: "Di 7'ê Cotmehê de Gurtbettelî Ersoz jiyana xwe ji dest da. Di qada rojnamegeriyê de rolek wê ya girîng heye. Bi pênûsa xwe têkoşînek da. Li hemberî êrişan serî netewand. Armanca me xwedî li derketina mîrateya Gurbetellî ye. Rojnamegerên jin ên kurd heta îro têkoşînek û berxwedaneke mezin dan. Şîlan Aras j hêla rêjîma Îranê ve hat qetilkirin û hêj jî cihê cenazeyê nayê zanîn. Xeyala Şîlanê avakirina ajansa jinê bû û hat avakirin. JINHA hat girtin, Gazete Şujin hat vekirin û ev hat girtin JINNEWS hat vekirin. Ajansa jinê û komele xeyala têkoşerên jin bû. Di rewşeke zehmet de Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya hat avakirin û hemû rojnamegerên jin di bin platformê de hatin cem hevdû. Niha rojnamegerên gaveke nû avetin. Em arman dikin ku berxwedana rojnamegerên jin mezin bikin û bibin dengê jinên rojnamegerên Rojhilata Navîn û cîhanê."   Roza, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser êrişên li hemberî Rojava: “Niha li Rojava şerek heye. Ligel şerê heyî rojnamegerên jin ji qadê nûçe çêdikin. Dilê me bi wan re ye. Sekna me û felsefeya me ya her çar parçeyan dê îlhamê bide jinên cihanê. Me ji Şîlan, Deniz, Nûjiyan û Gurbetellî îlham girt û em ê şopdarên wan bin."    Sekretera Giştî ya DFG Gulşen Koçuk, jî Gurbetellî Ersoz bibîranî û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Roja ku me dest bi kar kir ji me re gotin her wêneyek we dibe dîrokek û divê wisa bixebitin. Çapemeniya Azad dîrok qeyd kir. Rojnameriya jinê di astekî pir cuda de ye. Ligel zext, girtin û windakirinan çapemenî meşa xwe berdewam kir. Di dîrokekî girîng de em gaveke dîrokî davêjin. Ji çar parçeyên Kurdistanê rojnamegerên jin ên berxwedêr hene. Em wan silav dikin. Li Rojava ligel zehmetiyan heqîqet tê nivîsin. Em mezinbûna rêxisinbûna rojnamegerên jin ên kurd silav dikin. Em ê bibin bersiva êrişan."    Piştre jî Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn axivî û got: "Rêxistinbûna rojnamegerên jin girîng e. Gurbetellî Ersoz dê her daîm seroka giştî ya komeleyê be. Ez wê nas dikim, firsedeke min wisa çêbû. Jineke kurd û taybet bû. Dema Rojnameya Ozgur Gundemê hat vekirin wêneyek me bi Gurbetellî re hebû û ji min re got 'Em ketin reyeke zehmet'. Lê belê ev zehmetî û rê ji bo Kurdistanê qet bi dawî nebû. Niha li ser vê erdnegariyê şerek tê ferzkirin. Herî zêde jî jin dibin mexdûrên şer. Ragihandina vê şerê jî girîng e. Komeleyek wisa tê avakirin û ev tişt gelekî girîng e. Em ê her tim li cem komeleyê bin."    Piştî axaftinan vekirina komeleyê pêk hat.