Jinên li kantona Qamişloyê li dijî komployê meşiyan 2023-10-07 14:03:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên li navçeyên kantona Qamişloyê li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê meşiyan.   Bi sedan jinên ji navçeyên kantona Qamişlo (Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Çilaxa) û gundewarên girêdayî wê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist.   Meş ji Qada Şehîd Xebat a li navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê dest pê kir. Beşdaran wêneyên Abdullah Ocalan, ala Kongra Star û pankartên 'Bê Serok Jiyan Nabe', 'Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya civakê ye' û 'Jin, Jiyan, Azadî' hildan.   Li sûka navçeyê meş vegerî mîtîngê. Li wir endama Kongra Star a Girkê Legê Nesrîn Mihemed bal kişand ser armancên komploya navneteweyî û wiha got: "Hêzên hegemon bi rêya dîlgirtina Rêbertî hewl da têkiliya di navbera Rêbertî û civakê de qut bikin û ji aliyê din ve jî hewl da jinên di oxira azadiya tevahî civakê tê dikoşin hedef bigirin.   Van hêzan armancên xwe pêk neanîn, ji ber ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava tevahî civakê û jinan de belav bûn. Em ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî têkoşînê dewam bikin."   Endama Kongra Star a navçeya Til Koçerê Emel Cilod jî got ew ê li ser fikrên Rêber Abdullah Ocalan ku rêberê aştî û azadiyê ye bimeşin.   Meş bi diruşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Rêber Abdullah Ocalan" û "Hilweşe xiyanet" bi dawî bû.