Di Komxebata Rêveberiyên Herêmî de êrişên li Rojava hat şermezarkirin 2023-10-07 13:50:16       ŞIRNEX - Ji hêla Meclîsa Jinan a HDP'ê û Patiya Çep a Kesk ve bi dirûşma "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan" komxebatek hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Çep a Kesk Halîde Turkoglu, di komxebatê de bal kişand ser êrişên li hemberî Rojava û got: "Êrişên ku li hemberî Rojava tê kirin tê wateya êrişên li hemberî destkeftiyên jinên kurd."    Ji hêla Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gel (HDP) û Patiya Çep a Kesk ve bi minasebeta amadekariyên hilbijartina herêmî ya sala 2024'an bi dirûşma "Di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên jinan"  komxebatê li dar dixin. Komxebat li salona Şaredariya Silopî ya Şirnexê pêk tê û dê 2 rojan berdewam bike. Platforma Jinan a Şahmaran, Komeleya Jinan a Mîmoza, Komelaya Jinan a Rosa, Komelaya Dema Jinan, Komeleya Piştevaniya Jinan a Denîz û gelek saziyên jinan tevlî komxebatê bûn.    Di komxebatê de mijarên wekî; Têkoşîna li dijî şîdeta li hemberî jinê, aboriya jinê, jin û ekolojî, ziman û çand, Jiyana wekhev û azad û pergala hevserokatiyê dê bên nîqişakirin.    Komxebat bi axaftina Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan dest pê kir û bal kişand ser tayînkirina qeyûman û got: "Me tu carî dev ji sekna xwe berneda. Niha ji Mêrdînê, Enqerê, Amedê û Êlihê, ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek jin li vir in. Em dibêjin hûn bi xêr hatin."    Pişre parlamentera Partiya Çep a Kesk a Amedê Halîde Turkoglu axivî û silavên xwe ji Gulten Kişanak û girtiyên din re şand. Halîde, diyar kir ku ji ber ku pergala hevserokatiyê temsîliyeta wekhev esas digire dibe hedefa êrişên AKP-MHP'ê û got: "Em tu carî ji gotina 'Pergala Hevserokatiyê xeta me ya mor e' paşve gav navêjin. Em ê li her qadê vê esas bigirin. Em ê bi nîqaşên xwe rengê xwe bidin hilbijartina herêmî ya 2024'an."   Halîde, di axaftina xwe de wiha bal kişad ser binçavkirin û girtinan: "Me bi dehan caran got û carek din jî dibêjin em tu carî li hemberî zilmê dev jî demokrasî, azadî û wekheviyê bernadin. Hûn nikarin bi polîtîkayên dijminatiyê têkoşîna jin û kurdan têk bibin. Êrişên ku niha li Rojava pêk tên encama polîtîkayên dijminatiyê ye. Em vê rastiyê baş dizanin ku êrişa li hemberî Rojava êrişa li hemberî destkeftiyên jinên kurd e. Li Rojava bi pêşengiya jinan çeteyên DAIŞ'ê têk çû û şoreşa ku li tevahiya cîhanê re bû mînak pêk hat. AKP-MHP vê şoreşa ku pêk hatî kir hedef."   Halîde di axaftina xwe de bal kişand polîtîkayên qeyûman, astengkirina xebatên saziyên jinan û wiha bi lêv kir: "Gelek saziyên jinan ji hêla qeyûman ve hedef hatin girtin. Gelek jin ji kar hatin dûrxistin. Di 9 mehên dawiyê ya îsal 234 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 176 jinan jî bi guman e. Girtina saziyên jinan, domandina polîtîkayên bêcezahiştinê encamên polîtîkayên îktîdarê ye."   Parlamenter Halîde wiha dawî li axaftina xwe anî: "Polîtîkayên şer ên ku dibe sedema şewitandina daristanên me, polîtîkayên qeyûman a ku bajar kirine beton û bi her awayî êrişê li qadên jiyanê dikin, dê rê û rêbazên têkoşînê firehtir bikin. Em ê li vir wan mijaran nîqaş bikin. Em ber bi hilbijartina herêmî ya sala 2024'an ve diçin. Ji ber vê yekê ev komxebat ji bo me girîn e."   Piştî axaftina Halîdeyê derbarê têkoşîna jinên Rojava sînevîzyonek hat temaşekirin. Dû re jî komxebat bi nîqaşan berdewam kir.    Mijara bi sernavê “Modela Rêveberiya Herêmî ya Şengalê" ji hêla Hevşaredara Sibayê Elmas Nayif ve hat kirin. Elmas, bal kişad ser modelê û behsa têkoşîn û berxwedanê kir. Ji Rojava jî Berîvan bi dîmen bi sernavê “Modela Rêveberiya Herêmî ya Rojava" nêrînê xwe anî ziman. Her wiha Gundê Jinwar a li Hesekê jî bi dîmenan hat nîşandan.    Beşdarên komxebatê, bi dirûşma "Jin jiyan azadî" Rojava û Şengalê silavkirin.     Komxebat bi xebatên kargehan didome.