ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-07 09:00:00     * Li gorî çeteleya tundiyê ya meha îlonê ya ajansa me  32 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 22 jin û zarokekan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane û jinek jî bi hewldana qetilkirinê re hatiye rû hev.   *Parlamentera Partiya Çep a Kesk Tulay Hatîmogullari der barê amadekraiyên kongreyê de axivî û got ev kongre dê kongreya herî bi heyebet a 30 salî be. Tulayê got piştî kongreyê wê der barê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xeta têkoşînê bihûnin. DÎMEN HEYE   *Yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk der barê komploya navneteweyî de axivî û got Abdullah Ocalan bi paradîgmaya pêş xistiye komplo vala derxistiye û got: “Azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ji bo gelan girîng e. Em çiqas vê paradîgmayê bikin jiyanê wê şikandina tecrîd û îşkenceyê jî pêkan be. Azadiya Kurdan girêdayî vê paradîgmayê ye.” DÎMEN HEYE   *Endama Komîteya Şopandinê Nesrîn Ferman rola Kantonan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha nirxand: “Kanton li Rojavayê Kurdistanê di sala 2017’an de hatin avakirin û gelek destkeftî bi dest xist. Bi yekîtiya pêkhateyan jî karê Kantonan bi hêz dibe.”  DÎMEN HEYE   *Gurbetellî ku bi gotinên ‘Tû heyî ji bo ku ya nu bijî? Di bin ronahiya heyvê de binivisî?  Ji bo gerê amade ye? Ji bo stranê bêjî amade ye? Ez heme heme di riya te de ji bo azadiyê heme.’ bang li jinan kir di ser qetilkirina wê re 26 sal der bas bû. Riya ku Gurbetellî pêşengtiy wê kir, ji bhezaran rojnamegerên jin re dibe çira û rojnamegerên jin pênûsa wê hil didin.    *Bi munasebeta salvegera yekemîn qetilkirina rojnameger, nivîskar, Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagîhan Akarsel Mala Xwendinê cara yekemîn li Helebê hat vekirin. Jinan derbarê vê yekê de diyar kirin ku wan ji bo pêkanîna xeyalê Nagîhanê Mala Xwendinê vekirin û ew ê li vir çalakiyên curbecur li dar bixin. DÎMEN HEYE   *Li Wanê di 1’ê cotmehê de 6 çawîşên pispor 2 jin tacîz kiribûn. Li dijî vê bertek her diçin mezin dibin. Jinan diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bi awayekî xurt bidomînin û got wê li dijî hemû zextan wek tevgera kurd dengê xwe bilind bikin.  BI DÎMEN    *Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş der barê binpêkirina mafan ên li girtîgehê û rewşa girtiyên nexweş de axivî û da zanîn ku li dijî vê bêdengiyek mezin heye û got divê ev hawira tirsê û bêdengî bê şikandin. BI DÎMEN    *Li Qosrê jina bi navê Semra Durak ji aliyê gumanber Omer Durak ku tevî biryara dûrxistinê derbarê wî de hebû ve hat qetiklirin. Gumanbar piştî bûyerê întîxar kir. Tevî ku gumanber bi salan bû tûndiya sistematik dikir nehat binçavkirin û hat hînbûn ku Vejdî Kahraman yê AKP’î jî 6 sal berê Semra ji doza destberdanê vegerandiye. BI DÎMEN