Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD’ê êrîş şermezar kirin 2023-10-06 20:47:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star û Meclîsa Jinan a PYD’ê li dijî êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û peyama wê destkeftiyan biparêzin dan.    Kongra Star bi daxuyaniyek nivîskî êrişên Tirkiyeyê yên dijî Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê şermezar kir. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku Tirkiye di çarçoveya polîtîkayên qirkirinê û têkbirina aramiya li herêmê, cihên niştecihbûn û navendên enerjî-xizmetguzariyê bombebaran dike.    Kongra Star di daxuyaniya ku da de bal kişand ser êrîşan û got ev êrîş di heman demê de li dijî şoreşa jinê, destkeftiyan e û wiha hat domand: “Armanca wan ew e ku hêviyên azadiyê yên jinên herêmê û avakirina sîstemek demokratîk li tevahiya Sûriyeyê bifetisînin.” Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîngiya şoreşa jinê û destkeftiyên wê dizanin, lewma dest jê bernadin û wiha hat gotin: “Ev şoreş îlhamê dide jinên hemû pêkhate û jinên ku li Rojhilata Navîn û cîhanê ji bo azadî û aştiyê têdikoşin. Lewma em weke Kongra Star bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên jinan, mafên mirovan û bi taybetî jî parêzvanên mafên jinan ên cîhanê dikin ku piştgiriyê bidin şoreşa jinê û Rêveberiya Xweser, ji bo rawestandina êrişên hovane di raya giştî de helwestek bidin avakirin, hesabê ji Tirkiyeyê bixwazin. Ji bo ku pêşî li pêlên êrişan bê girtin, piştgiriyê bidin daxwaza me ya girtina qada hawayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê."   Banga bilindkirina têkoşînê   Meclîsa Jinan a PYD’ê jî bi armanca şermezarkirina êrîşan û girtina jinan a li Tirkiyeyê  daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku wê li dijî êrîşan têkoşîn were bilindkirin. Di daxuyaniyê de bang li saziyên mafên mirovan û rêxistinên navnetewî hat kirin ku li hemberî van sûcên dijî mirovahiyê tên kirin erkên xwe bicîh bînin. Her wiha hat xwestin ku kesên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine girtin, serbest werin berdan.