Rêveberiya Xweser bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê kir 2023-10-06 16:19:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê kir ku ji bo dawînanîna êrişên dewleta Tirk bixebitin.    Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê berdewamkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê de, daxuyaniyeke nivîskî da.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirine, binesaziya wê û sivîlan dike hedef ji bo ku tevliheviyê derxîne û rê li çareseriyê bigire û wiha hat gotin:    “Ji bo wê hincetên bê bingeh belav dike. Êrişên dewleta Tirk a hemwextî êrişa terorîst a li Humsê nîşan dide ku di aliyê birêvebirin û plankirinê de êrişker yek in. Ew jî Tirkiye û çeteyên wê ne. Di encama êrişa li Humsê de zêdetirî 120 kes şehîd bûn, bi sedan kes birîndar bûn ku piraniya wan sivîl û zarok in. Armanc yek e; dewleta Tirk Sûriye û sûriyeyiyan dike hedef. Em vê êrişê şermezar dikin.   Êdî rola neyînî ya dewleta Tirk li Sûriyeyê diyar li ber çav e. Ew kuştin, xirabkirin û siyaseta koçberkirinê ferz dike, jê armanc dike ku hebûna gelên herêmê tune bike. Lewma, girîng e ku hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê gotina xwe bikin yek û li hember dewleta Tirk û çeteyên wê helwesta xwe bikin yek. Her wiha girîng e ku bilez bixebitin da ku dagirkeriya Tirk a li ser Sûriyeyê bi dawî bikin. Bêyî bidawîanîna li dagirkeriya Tirkiyeyê, çareserî ne pêkan e. Bidawîanîna li dagirkeriya Tirk gava yekemîn ber bi îstiqrara tevahî Sûriyeyê ye.   Siyasetên dewleta Tirk li dijî ax û gelê Sûriyeyê ne. Hincetên ku dewleta Tirk pê êriş dike û dibêje ku hin herêmên diyar xeteriyê li ser wê çêdikin, îdiayên bê bingeh in û armanc jê pêkanîna planêna mêtingeriyê li herêmêm ne. Em bang li tevahî nîştimanperweran dikin ku hevgirtî bin û li hember vê dagirkerî û dijminahiyê xwedî yek biryar bin.”