Bi hezaran kes li dijî êrişan meşiyan 2023-10-06 16:03:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran şêniyên bajar û gundên herêma Cizîrê êrişên artêşa Tirk û bombebarankirina binesaziya herêmê şermezar kirin û got ew ê berxwedan û têkoşîna xwe bidomînin.   Bi hezaran xelkê herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û teqezî bi dewamkirina têkoşîn û berxwedanê kir.   Tirbespiyê    Bi sedan xelkê navçeya Tirbespiyê bi meşekê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got ew ê li dijî êrişan berxwedanê bidomînin.   Beşdarên ji pêkhateyên Ereb, Kurd û Suryan li pêş Meclisa Navçeya Tirbespiyê kom bûn û ber bi sûka navendî ve çûn û êrişên artêşa Tirk şermezar kirin û got armanca wan êrişan têkbirina ewlehî û îstîqrarê ye.   Li sûka navendî mîtîngek li dar ket û endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Silêman Ereb axivî û got dewleta Tirk a dagirker di siyasetên xwe yên derxistina fitneyan de ku vê dawî li Dêrazorê çêbûye, têk çû, niha jî binesaziyê dike hedef û zextê li gelê herêmê dike.   Silêman Ereb diyar kir ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sûcên şer û terora dewleta Tirk a dagirker bi hêztir e û bang li hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî kir ku helwestên xwe li dijî van sûcan aşkera bikin.   Çilaxa    Li Çilaxayê xelkê navçeyê, bajarok û gundewarên wê li aliyê başûrê navçeyê kom bûn û beşdarî meşa girseyî ya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker bûn.   Beşdaran alên HPC'ê û pankartên 'Faşîzma Tirk gefan li ewlehiya cîhanê dixwe”, “Em bi hev re li dijî terorê bisekinin”, “Dê xwîna şehîdên me û qêrîna zarokên me we hesab bikin” hildan.   Piştî meşê li Qada Şehîd Mahsûm mîtîngek hat lidarxistin. Li wir hevserokê Nivîsgeha PYD'ê ya Çilaxayê Ebduselam Ebas axivî û şehîd bi bîr anîn.   Ebas bang li gelê herêmê kir hevgirtî bin û wiha got: “Dewleta Tirk çi qas hewl bide nikare vîna gelên di her kêliyekî de amade ne canê xwe di oxira azadî û parastina projeya xwe ya demokratîk de bide, bişikîne."   Til Hemîs    Bi sedan şêniyên Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk  meşeke girseyî li dar xist û li tevahî kolanan geriyan û li Çerxerêya Niyabê vegerî mîtîngê. Li wir hevserokê Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed El Şemerî êrişên dewleta Tirk ên rojane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.   El Şemerî got hovîtiya êrişan nîşaneya zîhniyeta dewleta Tirk a faşîst e û armanca wê qirkirina gelê herêmê ye, lê ev plan bi ser nakevin.   El Şemerî wiha dawî li gotina xwe anî: “Divê civata navneteweyî xetereya êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me baş bizane, bi taybet herêmên bi ser sînorê Tirkiyeyê ve ku tê de kampên koçberan hene."   Til Temir    Şêniyên navçeya Til Temirê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk derketin xwepêşandanê.   Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir li çerxerêya Qendîl rawestî û veguherî mitingê.   Di mitingê de, endamê Komîteya Perwerdeyê Ehmed Heyder bi navê Meclisa Herêma Til Temirê axivî û got: “Em berxwedana xelkê herêmê li hember êrişan silav dikin. Di heman demê de êrişên dewleta Tirk û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember êrişan şermezar dikin.   Di heman çarçoveyê de Însiyatîfa Jin Kurdistanê Diparêzin daxuyaniyek da.   Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku êrişên dewleta Tirk li qanûnên navneteweyî û mafên mirovan e. Her wiha got Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê şirîkê fermî yê QSD`ê di şerê cîhanê li dijî DAIŞ`ê de ye û ev sûcên li herêmên nêzî wê tên kirin û bêdengiya wê li hemberê, nîşan dide ku wê ev êriş qebûl kiriye.   Di daxuyaniyê de însiyatîfê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku rolek bilîze û rê li pêşiya balafirên bêmirov û bi çek bigire. Her wiha bang li Konseya Ewlehiyê kir ku komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ava bike ku sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê belge bike, biryarê bistîne ku di şerxê Erdogan û endamên hikuemta wî de pergala Tirk darizîne.   Rêxistina Nûdem: Bêdeng nemînin   Her wiha der barê mijarê de Rêxistina Nûdem a Astengdaran jî daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş navenda rêxistinê ji hêla endamê rêxistinê Samî Fetah ve hate xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   "Em Rêxistina Nûdem, êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di 04.10.2023'yan de dest pê kir, şermezar dikin. Ev êrişên li ser deverên jin, zarok û civaka me dibin sedema ku gelek mirov jiyana xwe ji dest bidin. Li hêrêmên me herî dawî jî hate dîtin ku cihên sivîlan ên jiyanê yên wekî embarên genim, cihê pêdiviyên jiyanî, stasyonên kehrebeyê, bîrên petrolê û hem jî gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov hatin bombebarandin. Di encamê de gelek ziyanên madî û canî çêbûn. Wekî tê zanîn di civaka me de bi hezaran kesên astengdar û xwedî pêdivîyên taybet hene, di nav van êrişan de herî zêde kes û zarokên astengdar rastî zehmetiyan tên. Rojane êrişên ku tên kirin û koçberiya ji encama wan, bi awayekî neyênî bandorê li jiyan, tenduristî û derûniya astengdaran dike. Ev êrişên ku li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ber çavên hemû cîhanê têne kirin, lê li hemberî van êrişan bêdengiya cîhanê dibe sedema ku dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe hîn dijwartir bike.    Hemû sazî û rêxistinên cîhanî yên mafên mirovan, rêxistinên parastin û şopandina astengdaran, zarok û mirovan li hember van êrişan bêdeng dimînin. Em bang li wan dikin ku ev rêxistin û saziyên bi navê parastinê xwedî li erkên xwe derkevin. Li hember kiryarên dewleta Tirk dengên xwe bilind bikin û van êrişan qebûl nekin. Parastina jiyana her astengdarekî/ê berpirsyarîya her mirovekî ye.    Em van êrişan bidin rawestandin û li hember vê hovîtiyê bê deng nemînin.”