Li Mêrdînê 13 kes hatin binçavkirin 2023-10-06 15:48:19     MÊRDÎN - Li Mêrdînê di serdegirtinên malan ku serê sibehê hatin kirin de 13 kes hat binçavkirin, rojnamevan Ahmet Kanbal ku di nav van 3 kesan de cih digire bi "propagandaya rêxistinê" hat sûcdarkirin.    Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal ê ku danê sibehê li Mêrdînê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin, li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê tê girtin. Hate diyarkirin ku Ahmet ê ku bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" tê sûcdarkirin.   Hat diyarkirin ku wekî hinceta binçavkirina Ahmet jî  nûçeyên li ser medyaya dîjîtal ên parvekirine hatine nîşandan. Li aliyê din tê payîn ku danê êvarê îfadeya Ahmet bê girtin.   Hat destnîşankirin ku ji bilî Ahmet 12 kesên navên wan nehat zanîn li TEM'ê hatine binçavkirin.