Halîse Aksoy li gel nexweşiyên xwe jî nehat berdan 2023-10-06 13:47:24     AMED - Halîse Aksoy a ku li ser îfadeya îtîrafkar Umît Akbiyik hat girttin, doza wê hat taloqkirin, Halîse diyar kir ku sûcdarê herî mezin Umît Akbiyik e û morvekî bê edeb e.    Yekemîn danişîna doza Halîse Aksoy a ku hestiyên kurê wê yê HPG'ê Agît Îpek bi kargoyê di qutiyê de radestî wê kirin û bi îfadeyên îtîrafkar Umît Akbîyik hat girtin, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Halîse Aksoy, parêzerên wê Zeynep Karayilan û Necat Çîçek tev li danişînê bûn, îtîrafkar Ûmît Akbîyik jî ji cihê ku lê bû, bi rêya Sîstema Deng û Dîmenê (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Di danişînê de jî malbata Halise, Rêxistina Partiya Çep a Kesk ya Amedê cihê xwe li salona temaşevanan girt.   Dema danişîna dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir, Halise bi rêya wergêr parastina xwe bi kurdî kir.   'Tiştê ku ev kesê bê edeb dibêje derew e'   Halise ku hat xwestin li hember îdiayên Ûmît Akbîyik parastina xwe bike wiha got: "Ez vî kesî nas nakim. Bibore, lê her tiştê ku ev kesê bê edeb  dibêje derew e. Sûcdarê herî mezin e, ji bo xwe xilas bike derewan li min dike. Bi zilma ku li tu derê dinyayê nehatiye dîtin hestiyên kurê min ji min re şandin herkes min nas dike ew jî min bi vî rengî nas dike."    Daxwaza berdewamiya girtinê hat kirin   Makamê îdayê di mutala ku da de xwest ku rewşa girtî ya Halîseyê dewam bike.   'Malak ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn çawa dikare ewle be'   Piştre jî parêzer Necat Çîçek di parastina xwe de bal kişand ser îdiaya şahid Serhat Karataş ku dibêje Halîse Aksoy xwarin ji çalakgeran re aniye. Necat diyar kir ku di navbera mala Halîse û cihê ku tê gotin çalakî lê hatiye kirin de ji yek û nîv heta du kîlometreyan mesafeyek heye, cihê çalakiyê di navbera du avahiyên înfazê de ye û her tim dewriyeya polîsan heye. Her wiha Necat di berdewamiya parastina xwe de got ku divê îfadeyên Serhat Karataş ji dosyayê bên derxistin. Gotinên Şahid Ûmît Akbıyik ne rast in û daxwaza berdana muwekîlê xwe kir.   'Gelek caran çû nexweşxaneyê'   Parêzer Zeynep Karayilan, bal kişand ser hiqûqa Dadgeha Bilind û got ku îfadeya şahidan bi tena serê xwe nikare bibe bingehê biryarê, heta bi delîlên din neyê piştrastikirin û got, "Muwekîla min 6 meh in tenê bi îfadeyên  şahidan girtî ye. Cenazeyê kurê muwekîla min bi kargoyê bi awayekî dijmirovahî hat radestkirin. Ji ber vê yekê her kes wê nas dike û Di muayeneyan de îşaretên destpêkirina nexweşiya Alzheimer jî hat dîtin. Ez tahliyeya muwekîla xwe dixwazim."   Dadgehê biryar da ku ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê bê pirsîn ka der barê kesên bi navê Ûmît Akbîyik de doz an jî lêpirsîn heye û heke hebe jî ji bo şandina dadgehê biryara binçavkirinê bê girtin û biryar da ku girtina halîseyê berdewam bike.   Danişîn taloqî 12 Çileya 2024'an hat kirin.