Polîsan dest xistin ser kelûpelên parlamenter Nejla Demîr 2023-10-06 13:13:27     ÎZMÎR - Polîsan bi ser avahiya HDP’a Îzmîrê de girtin. Polîsan nava otomobîla Parlamentera Partiya Çep a Kesk Nejla Demîr lêgerîn kirin û dest danîn kelûpelên wê.    Li Îzmîrê polîsan bi ser avahiyên rêxistina bajêr û navçeyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve girtin. Polîs hê jî lêgerînên xwe yên li avahiyên HDP’ê didomînin. Li aliyê din hat zanîn ku polîsan, nava otomobîla Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Nejla Demîr jî lêgerîn kirine û dest danîne ser komputer û hin ewraqên wê. Her wiha polîsan nehişt Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Burcugul Çûbûk têkevin avahiyê HDP’ê.    'Lêgerîna otomobîla parlamenter bêhiqûqî ye'   Burcugul bertek nîşanî serdegirtina polîsan da û destnîşan kir ku lêgerîna otomobîla parlamenter bêhiqûqî ye. Burcugul bi bîr xist ku parêzbendiya wesayîta parlamenteran heye û got: “Operasyona Alî Yerlîkaya ya ku ev hefteyeke didomîne, operasyona dijminatiya gel e. Em niha li pêşiya avahiyê HDP’ê yê bajêr in. Ketina me ya hundir tê astengkirin. Li vir sepaneke derhiqûqî heye.”   'Em bi pêvajoyeke ku hiqûq nayê pêkanîn re rû bi rû mane'   Burcugul detnîşan kir ku polîsan ji wan re wiha gotine: “Hevserok hatin binçavkirin. Em li kargehê digerin.” Burcugul anî ziman ku HDP ne kargeh e û got: “Ev hefteyek e ev bêhiqûqî berdewam dike. Em bi pêvajoyeke ku hiqûq nayê pêkanîn re rû bi rû mane."    'Ev ne êrişeke ji rêzê ye'   Burcugul bi bîr xist ku operasyonên tên kirin bi êrişên Herêma Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ve girêdayî ne û got: “Divê ev polîtîkaya şer a desthilatê hilbiweşe. Ev ne êrişeke ji rêzê ye. Ji bo tezkereya Iraq û Sûriyeyê ya ku dê were Meclisê, tê kirin. Ji ber ev şereke li hemberî kesên dijî tezkereyê têdikoşîn e. Em paş de gav navêjin. Em ê di Meclisê de jî, li derve jî, dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin.”