Xelata Nobelê ya Aştiyê ji bo çalakvana Îranê Nerges Mihemedî hat dayîn 2023-10-06 13:02:49     NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo aktîvîst Nerges Mihemedî ji ber "Têkoşîna wê ya li dijî zextên li ser jinan li Îranê û ji bo pêşxistina azadiya her kesî" hat dayîn.   Komîteya Nobelê ya Norwêcê bi daxuyaniyekê diyar kir ku, Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2023’yan ji bo Nerges Mihemedî "ji ber têkoşîna wê ya li dijî zext û zordariya li ser jinan li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiya her kesî" hatiye dayîn.   Rojnamevan û çalakvana mafên mirovan Nerges Mihemedî ya 51 salî li Tehranê girtiye.   Her wiha Mihemedî cîgira Serokê Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan e ku ji aliyê parêzera Xelata Aştiyê ya Nobelê Şîrîn Ebadî ve tê birêvebirin.   Nerges Muhammedî, di sala 1972'yan de li Zencanê ji dayik bûye, ji sala 1988'an heta niha gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Di Gulana 2016’an de ji ber ku tevgera mafên mirovan ji bo rakirina cezayê darvekirinê damezrand û pêşengî kir, 16 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.   Xelata Nobelê ya Aştiyê ku bihabûna wê 11 milyon kronên Swêdî ye, wê di 10’ê Kanûnê de roja rojbûna Alfred Nobel li Osloyê bê dayîn.   Bankeya Swêdê ya Zanistên Aboriyê ku weke Xelata Aboriyê ya Nobelê tê naskirin, wê roja duşemê xelatê bide xelatgiran.