Li dijî tûndiya leşker û polîsan bertek: Divê em rêxistinbûnê xurt bikin 2023-10-06 09:20:02     Oznur Deger   MÊRDÎN - Jinên Platforma Jina a Şahmran tacîz û destdirêjiya leşker û polîsan ku çarçoveya şerê taybet de zêde bûye nirxandin û got: “Ji bo pêşxistina hestiyariya civakî divê bixebitin. Divê rêxistinbûna civakî bê avakirin.”   Li Kurdistanê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de tûndiya leşker û polîsan her diçe zêde dibe. Polîs û leşkerên gumqanbar ku hêza dewletê jî digirin, destdirêjî û tundiyê li jin û zarokan dikin. Di rojên borî de li Wanê bûyera destdirêjiya leşkeran hat jiyîn û ji her derê bertek hat nîşandan. 6 çawîşên pispor ku destdirêjî li du jinan kiribûn, ji aliyê welatiyên Wanê ve lêdan xwarin.    Jinên Platforma Jİnan a Şahmaran ên Mêrdînê  destdirêjî û zextên di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de zêde dibe nirxand.   ‘Xistina jinê tê wateya xistina civakê’   Leyla Bozkurt der barê mijarê de axivî û got çarçoveya polîtîkayên şerê tayber de destdirêjiyên leşkeran jî zêde dibin û got: “Çend roj berê li Dêrikê bûyerek wisa hat jiyîn. Ev bi awayekî sistematik li Kurdistanê tê meşandin. Jin hedef tê girtin. Nirxên civakê hedef tên girtin. Xistina jinê tê wateya xistina civakê. Ji ber vê jî ev bi zanebûn tên kirin.”   ‘Divê rêxistinbûn hebe’   Leylayê, da zanîn ku hewl didin van bûyeran normal bikin û wiha berdewam kir: “Di bin navê unîforma de destdirêjiyê li jinan dikin û sîxuriyê ferz dikin. Gumanbarên unîformayî her mafî bixwe re dibînin. Divê em civak di vê mijarê de xwedî hişmend bin. Divê em li dijî vê pergala ku bûyeran rewadike rêxistinbûnaxwe bikin. Ancax bi vî awayî em dikarin xwe biparêzin. Li Wanê çawîşên pispor dîsa du jin tacîz kirin. Lê refleksa civakê ya li Wanê derket holê gelek girîng bû. Divê refleksên wisa derkevin holê ku bizanibin wisa bi rehetî nikarin tevbigerin. Divê ev refleksa rewa ya gelê Wanê li hemû civakê belav be.”   ‘Ya li Wanê pêk hat parastinek cewheriye’   Gulnigar Laçîn Karataş jî balkişand ser tûndiya li ser jinan û daxuyakirin ku tûndî gihiştiye asta herî jor, mekanîzmayên qanûnî jî pêk nayên. Gulnîgarê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Jinên tûndiyê dibînin ji ber nayên parastin tên qetiklirin. Li bajarê me mînaka dawî çend roj berê li Qoserê hat jiyîn. Hêzên ewlehiyê ku berpirsin ku jinan biparêzin naparêzin û ligel vê tûndiya wan dertê holê. Li Wanê bûyera hatiye jiyîn û berteka gel a hatiye nîşandan dikare wek parastina cewherî bê nirxandin. Li bajarê kurdan tûndiya leşker û polîsan bi awayekî sistematîk tê meşandin. Dixwazin jinên kurd bixînin. Destdirêjî tê kirin, fuhuş û hişbir tê ferzkirin. Gumanbar unîformayên xwe wek mertal dibînin. Em ji mînaka Musa Orhan her tiştî dibînin.”   ‘Divê rêxistinbûna civakî bê avakirin’   Gulnîgarê di dawiya axafatina xwe de balkişand ser girîngiya rêxistinbûna civakî û wiha dawî lê anî: “Mixabin leşker û polîsên sûc dikin nayên cezakirin. Li şûna vê kesên nûçeyan çêdikin kesên ku van bûyeran didin bihistin tê cezakirin. Divê civak xwedî hişmend be û divê rêxistinbûna jinê û bi taybet jî ya civakê bê avakirin. Divê em xebatên xwe zêde bikin û rêxistinbûna xwe ava bikin.”