Li 11 bajaran operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin 2023-10-06 08:45:36       NAVENDA NÛÇEYAN - Li 11 bajaran polîsan bi ser malan de girt û 75 kes hatin binçavkirin.    Piştî êrişa 1'ê Cotmehê ya li hemberî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li Wezareta Karê Hindûr operasyonên binçavkirinê destpê kir. Operasyon îro jî berdewam kir. Di encama operasyonê de polîsan li Îzmîr, Eskîşehîr, Kîlîs, Kocaelî, Êlih, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Agirî, Bedlîs û Şirnexê bi ser gelek malan de girt û 75 kes hatin binçavkirin.    Di nav kesên ku hatin binçavkirin de nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û gelek siyasetmedar jî hene.