Li Cizîrê li şûna avê herî diherike! 2023-10-05 20:38:42   ŞIRNEX- Li Taxa Cudiyê çar roj in herî ji kaniyan diherike.   Li taxa Cudî ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi rojan e herî ji kaniyên avê diherike. Ji ber ava şolî gelê ku nikare pêdiviyên xwe yên avê pêşwazî bike demên zehmet derbas dikin. Li gel barînê ava gel a vexwarine çar roj in bi vî rengî diherike. Şaredariya Cizîrê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin jî li dijî vê pirsgerêka gel bêdeng e. Şêniyên taxê ku neçariya xwe serê xwe bi vê avê dişon, xur dikeve canê wan. Şêniyên taxê xwestin kur ku ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin.