Di êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8 kesî jiyana xwe ji dest da 2023-10-05 18:48:23   NAVENDA NÛÇEYAN-Hêzên Ewlehiya Hundir a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku di 15’ê êrîşên hewayî yên ku Tirkiyeyêk pêk anî de 2 welatî û 6 endamên girêdayê hêzên wan jiyana xwe ji dest dane.   Navenda Ragîhandina Hêzên Ewlehiya Hundir ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê de daxuyanî da. Li gorî daxuyaniya di ANHA’yê de cih girtiye, Tirkiyeyê nava rojê de 15 êrîşên hewayî pêk anîne û nokteyên kontrolê, binesazî, navendên xizmetê, îstasyonê petrole û qadên jiyana sivîl hedef girtine.   Di êrîşan de 2 welatî û 6 endamên girêdayê hêzên wan jiyana xwe ji dest dan.