Dayika Armîta Şehrîn hat girtin 2023-10-05 16:22:06     WAN - Dayika Armîta Grawand a 16 salî ku ji 1'ê Cotmehê ve di encama êrîşa fîzîkî ya polîsan de têkoşîna jiyanê dide, Şehrîn Ahmedî hate girtin.   Dayika zaroka Kurd a 16 salî Armîta Grawand ku li Tehrana paytexta Îranê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hinceta ku serê xwe negirtibû îşkence li hatibû kirin û li Nexweşxaneya Fecrê ya girêdayî Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Artêşa Tehranê di bin lênêrtina giran de tê ragirtin Şehrîn Ahmedî hat girtin.   Ji ber parvekirinên der barê keça xwe de hat girtin   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin; Sedema girtina Şehrîn parvekirina nûçeya derbarê keça wê Armîta de ye. Ew bi parvekirina  nûçeyên derbarê gefên li ser xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê sûcdarkirin.   Hevalên Armîta jî di bin  zextê de ne   Li gorî nûçeyên ji çavkaniyên herîmî hati ngiritin, hate gotin ku hêzên ewlekariya perwerdeyê li gel tîmeke parêzvanan hatine Konservatuara Arwa El-Waghgî ya ku Armîta lê dixwîne û gef li hevalên Armîta xwarine ji bo ku agahiyên derbarê wê de  parve nekin.