Nagîhan Akarsel li Stenbolê hat bibîranîn 2023-10-04 18:21:35   STENBOL-  Bi  minasebeta yekemîn salvegera qetilkirina Endama Navenda Lêkolînên JIneolojiyê û Rojnameger û Nivîskar Nagîhan Akarsel li rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bagcilar a Stenbolê bernameyek bibîranînê pêk hat. Di bîranînê de hat diyarkirin ku wê têkoşîna Nagîhanê bê mezinkirin.   Endama Navenda Lêkolînên JIneolojiyê û Rojnameger û Nivîskar Nagîhan Akarsel ku 4’ê cotmeha 2022’an de li bajarên Silêmaniyê ya Başurê Kurdistanê hat qetilkirin, li  rêxistina  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bagcilar a Stenbolê bi bernameyekê hat bibîranîn.   Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başlan di bîranînê de axivî û diyar kir ku Nagîhan Akarsel têkoşîn bixwe bû heqîqet bû û wiha got: “Nagîhan piştî ji Tirkiyeyê veqetiya şûnde îdeolojiya jina Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê û cîhanê vegot û têkoşîn meşand. Em ê têkoşîna Nagîhanê bidomînin. Tehemulê têkoşîna me nakin.Ji ber vê êrîşan zêde dikin. Lê em serî natewînin û em ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin.” Piştî axaftina Dîlekê sînevîzyonek ku jiyana Nagîhanê vedigot hat nîşandan.   Endama MKGP’ê Marta Somek jî axivî û da zanîn ku di şexsê Nagîhanê de jinên Kurd hedef hatine girtin û  da zanîn ku Nagîhanê hemû hemû jin li dora felsefa ‘jin jiyan azadî’ aniye gel hev û berê wan daye heqîqetê.   Xebatkara Jîneolojiyê Sevcan Kadîroglu jî destnîşan kir ku bi qetilkirinê ew naqedin û got wê têkoşîna xwe bidomînin.