Tevgera Azadî banga cezakirina kujerên Nagîhan Akarsel kir 2023-10-04 16:54:50     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku Nagîhan Akarsel bi dehan sal bû ji bo hêza derûnî û fikirî ya şoreşa jinan kar kir. Tevgera Azadî banga cezakirina kujerên jinan kir.   Rêxistina Jinan ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan ya derveyî welat, bi boneya yekemîn salvegera qetilkirina rojnamevan û lêkolînvan Nagîhan Akarsel daxuyaniyek belav kir.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:   “Şehîd Nagîhan Akarsel bi dehan sal bû ji bo dirûstkirina hêza derûnî û fikirî ya şoreş jinan ya bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li seranserê cîhanê belav bûye, kar kir. Hêjayî gotinê kujerê Nagîhan Akarsel beriya ku bireve hatiye naskirin û girtin. Lê heya niha ti lêpirsînek yasayî pêre çênebûye û nehatiye cezakirin.   Em nerazîbûna xwe pêşkêşî sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, serokê Konseya Ewrupayê û serokwezîrê Iraqê dikin. Em daxwaza edaletê û daxwaza cezakirina kujeran dikin. Em bang li civaka navnetewî dikin ku ji bo parastina jiyan û mafên jinan tedbîrên lezgîn bigirin."