Kiryarên tecawiza sîstematîk serbest hatin berdan 2023-10-04 09:07:53     Rojda Aydin    WAN - Di 2020'î de 5 mêran li navçeya Bêgiriyê tecawizî zarokekê kiribûn û derbarê wan de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di ecama lêpirsîna hat destpêkirin de îdaname hat amadekirin û du daneşînên dozê hatin dîtin. Danişîna dozê ya 3'emîn dê di 30'ê Mijdarê de bê dîtin. Ji 4 kiryarên ku hatibûn girtin jê 2 kiryar di 28’ê Nîsanê de hatin berdan û li gel daxwaza parêzerên zarokê ya girtina kiriyaran di danişîna 2'yemîn de jî kiryar nehatine girtin.      Li navçeya Bêgirî ya Wanê di meha çileyê de derketibû holê ku 5 mêran bi awayek sîstematîk tecawizî zarokekê kirine. Zaroka ku ji sala 2020’î vir ve ji aliyê kiryarên bi navê Emrah Enterlî, Farûk Çelîkdere, Firat Başak, Mesût Menteş û Onder Ozer bi awayek sîstematîk bi tecawizê û şantajê re rû bi rû ma, di 5’ê Çileya 2023'yan de çû Midûriyeta Polîsan a Bêgiriyê û gilî kir. Piştî giliyê zarokê zarokê ji 5 kesên ku hatin binçavkirin 4 ji wan ji aliyê Dadgeriya Cezayê Sûlhê ya Bêgiriyê ve di 7’ê Çileyê de hatin girtin.     Bi awayek sîstematîk tecawiz   Piştî giliyê zarokê îfadeyên kiryaran hatin girtin. Zarokê anî ziman ku kiryar Farûk Çelîkdede di sala 2020’an de tecawizê wê kiriye û têkildarî kiryar Mesût Menteş de jî got ku ew xwediyê eywana werzîşê ye û di sala 2022’an de di mehên navbera Nîsan û Gulanê de ji aliyê wî ve bi êrîşa zayendî û hewldana tecawizê re rû bi rû maye. Li aliyê din zarokê diyar kir ku Mesût Menteş hejmara wê daye kesekî bi navê Onder Ozer û di mehên navbera Gulan û Hezîranê de li herêma Ûnselî ya navçeyê tecawizî wê kiriye.   Kiryar hev nas dikin   Her wiha hat destnîşankirin ku kiryar Firat Başak ê ku li lîseya ku zarokê lê dixwend mamosteyê ceyranê bûye jî hewl daye ku tecawizî zarokê bike. Zarok, da zanîn ku kiryar Emrah Enterlî jî di mehên Îlon-Cotmehê de bi rêya medyaya dîjîtal xwe gihanye wê û bi lêv kir ku ji aliyê wî kesî ve jî   tehdît û şantaj lê hatiye kirin û bi awayek sîstematîk bi tecawizê re rû bi rû maye. Zarokê, destnîşan kir ku kiryar Onder Ozer, Emrah Enterlî û Firat Başak hevalên hev bûne û hev dikin. Zarokê ji ber tecawiza sîstematîk û şantajê derbarê kiryaran de serlêdana sûc kir. Lê belê kiryaran di îfadeyên xwe de tecawiz red kirin û îdîa kirin ku wan tecawizî zarokê nekiriye û şantaj lê nekirine.    Di raporê de tacawiz derket holê   Piştî giliyê hat kirin di rapora mûayeneya nexweşxaneyê de jî hat diyarkirin zarok bi tecawizê re rû bi rû maye û ev jî îfadeyên zarokê piştrast dike.   2 kiryar hatin berdan!   Di heman demê de hat zanîn ku ji 4 kiryarên ku hatibûn girtin Farûk Çelîkdede û Onder Ozer di 28’ê Nîsanê de hatine berdan.   Îdîaname hat amadekirin   Piştî lêpirsîna ku hat destpêkirin di 13’ê Adarê de derbarê kiryar Emrah Enterlî de bi sucdariya “Şantaj, Êrîşa zayendî ya li hemberî zarokê, Binpêkirina mafê jiyana taybet”, der barê kiryar Farûk Çelîkdere û Onder Ozer de “êrîşa zayendî ya li hemberî zarokê”, der barê kiryar Firat Başak û Mesût Menteş de jî bi sucdariya“Êrîşa zayendî ya li hemberî zarokê, Bidestxistina daneyên kesane bi awayê dijhiqûqî” îdîaname hat amadekirin. Du Îdîanameya ku hat amadekirin de hat xwestin ku kiryar bên cezakirin.   Du danişîn hatin kirin   Îdînameya ku ji Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê re hat şandin, hat qebûlkirin. Danişîna dozê ya yekem di 22’ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hat dîtin. Di daneşîna ewilî de kiryaran îdayên derbarê xwe de red kirin. Danişîna 2’yemîn ku di 14’ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê hat dîtin de jî kiryaran dîsa îda red kirin. Di heman demê de di danişînê de parêzerên zarokê jî destnîşan kirin ku malbatên kiryaran ji bo zarok giliyê xwe paşve vekişîne zextan li zarokê dikin û ji ber vê yekê carekedin daxwaza girtina kiryar Farûk Çelîkdere, Onder Ozer û Mesût Menteş ku hatine tahliyekirin kirin.   Danişîna 3’yemîn 30’ê Mijdarê de ye   Heyeta dadgehê daxwaza parêzerên zarokê red kir û doz taloqê 30’ê Mijdarê kir.